Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Peyamşîn”a 2 hezar û 750 kesan çawa hatine teqandin?

18/09/2024

Li Libnanê bi peqandina çîhazên şandina peyaman (peyamşîn) neh kes hatine kuştin. Li gor Wezareta Saxlemîyê ya wî welatî 2 hezar û 750 kes birîndar bûne û birîna 900 ji wan giran e.

Li gor medyaya navneteweyî bikarhînerên wan cîhazan (amûran) endamên Hizbûllahê bûne. Hizbûllahê jî îdia kiriye ku Îsraîlê ev êrîş kiriye.

Çawa teqîyane?

Li gor pisporên ji medyaya cîhanî re axivîn sebeba bingehîn a teqînan ew e ku bi şandina hin kodan pîla cîhazan germ bûye û teqiyaye. Di vîdeoyên belavbûyî de jî diyar dibe ku dûmanek radibe û dengê teqînekê tê.

Li gor nûçeyeka BBCyê îhtimaleka dî jî heye. Pisporekê ji artêşa Ingilîstanê teqawît bûyî û navê xwe negotî diyar kiriye ku çêdibe di dema ew cîhaz hatî çêkirin de 10-20 gram teqemenî li cîhazan hatibe bicihkirin û paşê bi şandina peyamekê hatibe teqandin.

Hêj ne diyar e ka kê ev cîhaz teqandine.

Reutersê ji New York Timesê ragihandiye ku Îsraîlê teqemenîyek li peyamşînên bi navê Gold Apollo veşartiye. Teqemenî nêzîkî cihê pîlan e û bi peyamekê dikare bê teqandin.

Rûdawê ji Sky News a Erebî agahîyek weşandiye ku dibêje ajanên MOSSADê Nitrogriserin berdaye nava bataryayên peyamşînan. Ew madde heta 220 dereceyan wek krîstalan dimîne. Lê dema giha wê germayîyê diteqe.

Peyamşîna Gold Apollo li Taywanê tê çêkirin û ji bo Libnanê tê firotin.

Gold Apollo: Ew peyamşîn ne me çêkirine!

Şirketa Taywanê ya bi navê Gold Apolloyê diyar kiriye ku wan ew peyamşîn neçêkirine. Şirketeka Ewropayê ew çêkirine. “Şirketeka bi navê BAC ew çêkiriye û paşê etîketa me lê daye.”

Ji ber çi Hizbûllah peyamşînan (pager) dişixulînin?

Ji ber ku sîstema peyamşînan sîstemeka basît e hack-kirin û şopandina wê zehmet e. Û ji ber ku gelek operasyonên li dijî Hizbûllahê bi rêya îstixbarata ji telefonan bûye wê dest ji şixulandina peyamşînan berdaye.

Peyamşîn dikarin çi bikin?

Dikarin peyamên bi deng û nivîskî bişînin.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Erdheja Tîbetê: 95 kes mirine – Xinhua, The Guardian

Di erdheja ku îro sibehê li bajarê pîroz ê Şîgatseyê qewimî de

Serokkomarê berê yê Fransayê dê li ser pere-standina ji Qedafî bê mehkemekirin – AFP

Serokkomarê berê yê Fransayê, Nicolas Sarkozy li ser îdîayên ku wî di

Jetên Îsraîlê derdora Şamê dihingîvin – Reuters

Li gorî çavkanîyên leşkerî yên Îsraîlê, artêşa vî welatî di van çend