PEYAMNÊRÎYA CENGÊ

PEYAMNÊRÎYA CENGÊ
PEYAMNÊRÎYA CENGÊ
Vahdet Uçar
  • 12 Kasım 2021 12:59

MESÛD MÛHEMMED*

KURDISTAN 24

* Mesûd Mûhemmed, di gelek sazî û rojnameyên kurdan de xebitîye, wek rojnamager û nûçegîhan. Niha jî di Kurdistan24ê de rojnameger û nûçegîhan e.

Li gelek welatên cîhanê da bi taybetî li rojhilata navîn herdem şerr û alozî hene û herdem pêşbînîya şerrên nû tê krin. Ji ber vê yekê jî pêwîstî bi nûçegehanên çavnetris û wêrek heye.

Dikarim bibêjim di kawdanên em tê da derbas dibin ji bo rojnameger xwe bi pêş de bibin baştirîn beş rojnamegerîya cengê ye.

Li welatê me û li welatên derdora me, bi giştî li welatên rojhilata navîn tang û top derbas dibin û xelk mereq dikin ka li meydanên cengê çi diqewime.

Di jiyana min de gavên herî serkeftî di nûçegihanîya cengê de bû. Rojnameger pirtir bi van nûçeyan bernîyas dibin. Ez ji beriya şerî pirtir li ser şaşeyê dixweyam jî kêmtir kesan ez nas dikirim di dema cengê de ez kêm dixweyam jî pirtir hatim naskirin.

Baştirîn biryara rojnamegerîyê biryara karkirina wek rojnamegerê cengê ye lê divê hûn bizanin ku ev ne biryareka hêsanîye belko carinan yarîyeka bi canê xwe re ye.

Vêca dema ku we biryar da hûn bibin rojnamegerên cengê divê hûn guh bidin van xalan.

“BIRYARDAN”

Ji beriya her karekê divê biryar bê dayin. Divê hûn ji biryara xwe piştrast bin. Ji ber ku tiştê we bi ser bêxin an jî têk bibin ew biryarêmn we ne. Divê tu ew qasê ji biryara xwe piştrast bî ku bibêjî jiyana xwe jî bi ser de bidim ez ê dest jê neberdim.

“HILBIJARTINA HEVKARAN”

Divê hûn bizanin ku hûn ne ber bi seyranekê an jî ahengekê diçin hûn ber bi cihekê diçin ku çêdibe hûn ber bi mirinê ve biçin. Divê tu bizanî ku hevkarê te dê bikare di hemî rewşên mandîbûnê û zehmetîyê de bi te re be û karê xwe bike. Çênabe hûn ber bi cihekê metirsîdar ve biçin û ji ber kêmayîya hevkaran karekê ne hêjayî wê zehmetîyê bikin.

Gelek caran ji ber hevkarên newêrek, zehmetîya we dikare li ber avê biçe.

“XWE AMADEKIRIN”

Ji beriya ku hûn biçin cihê şerekê divê hûn şarezayê wî cihî bin. Yanî divê nexşeyê wî cihî li nik we hebe. Divê çenteyê pijîşkî, divê cilê guleneber li nik we hebe. Li gor min ew kesên ku bêyî cilên guleneber biçin cihê şerî li hemberî xwe ji bo jiyana xwe gunehkar e.

“PLAN”

Hûn biçin cihê şerî divê planeka karî ya we û hevkarên we hebe û divê hûn navenda karê xwe jî jê agehdar bikin.

“XWEŞKIRINA PEYWENDÎYAN LI CIHÊ ŞERRΔ

Ji beriya ku hûn karê xwe yê rojnamegerîyê, belgefîlm an jî karekê bi vî rengî bikin, baştir e ku peywendîya we digel serkirdeyên şerî re hebe. Divê hûn bizanin ku çêdibe hûn careka dî bi wan re kar bikin. Têkiliya xwe neêxin di metirsîyê de.

“GIHANDINA NÛÇEYAN”

Divê tiştên hûn dizanin hûn ji navenda Tvya xwe re bibêjin. Divê zanyarîyên we peyda kirîn hûn ji temaşevanan re bibêjin.

“EM DIÇIN NÛÇEYAN BIGIHÎNIN EM NAÇIN BIBIN NÛÇE”

Divê hûn li cihê nûçeçêkirinê de xwe û hevkarên xwe biparêzin ne hewce ye hûn karekê bêmantiq bikin û bi xwe bibin nûçe.