Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Peyama Sersalê ya WHO: Ger em dawîyê li newekheviyê bînin em ê dawî li pandemiyê jî bînin

01/01/2022

Serokê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO), Dr Tedros Adhanom Ghebreyesus, gotiye ku ew hêvîdar e ku di sala 2022yan de rê li ber pandemiya coronavirusê bê girtin, lê diyar kiriye ku ev yek jî tenê bi rêya hevxebatekî gengaz e.

Ghebreyesus gotiye; “Di vê gava ku em dikevin sala sêyemîn a pandemiyê de ez bawer im ku em dê îsal dawîyê li pandemîyê bînin, lê ev jî tenê bi hevxebatê gengaz e.”

Di peyama xwe ya Sersalê de, Ghebreyesus destnîşan kiriye ku “neteweperestiya teng û stokkirina derziyan” wekheviyê xera dike û ji bo derketina guhertoya Omicron şert û mercên îdeal diafirîne.

Serokê WHOyê peyama, “Eger em dawîyê li newekheviyê bînin, em ê dawî li pandemiyê jî bînin.”

Tam du sal berê, WHO hişyarî li ser celebek nenas a nexweşîyê li Çînê dabû û paşê jî ev nexweşî wekî Covid-19 bi nav kiribû.

Dr. Lêbelê Ghebreyesus peyamek erênî daye û diyar kiriye ku îro di dermankirina Covid-ê de bêtir amûrên me hene; lê dîsa jî hişyarî da:

“Neteweperestiya teng û stokkirina derziyan ji hêla hin welatan ve wekhevî xera kiriye û ji bo derketina guhertoya Omicronê şert û mercên îdeal afirandiye; heya ku newekhevî bidome, xetereya vîrusê bi awayên ku em nikaribin pêşbînî bikin û pêşî lê bigirin dê hîn bêtir zêde bibe.”

“Ger em newekheviyê biqedînin, em ê dawî li pandemiyê jî bînin.”

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan