Pevçûnên li Sûdanê di roja 6emîn da ye: 300 kes mirine

Pevçûnên li Sûdanê di roja 6emîn da ye: 300 kes mirine
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Li Sûdanê, şer û pevçûnên di navbera artêşa dewletê û Hêzên Piştgir ên Bilez (HDK) da rû daye bi rojan e  dewam dike.

Roja sêşemê agirbest hatibû ragihandin lê aliyan ew agirbest bicih neanîbû. 

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesusî got, “nêzîkî hefteyekê ye şer û pevçûn dewam dikin û heta niha 300 kes mirine.”

Li gorî zanyariyên ku Dîrektorî Giştî dide, heta niha zêdetirî 3 hezar kes jî birîndar bûne.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Karûbarên Derve yê YEyê Josep Borrellî jî diyar kiriye ku ew şer û pevçûnên li Sûdanê şermezad dikin û ev yek dibe sedema nearamiya herêmê. 

Di 15ê Nîsanê de li paytext Xartûmê di navbera artêşê û HDKyya hêza paramîlîter de şer û pevçûnan rûdabû.