Encamên pêşhilbijartinên DEM Partîyê yên li Amedê dîyar bûn.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) pêşhilbijartinên bernamzetên hevşaredarîyê yên Amedê û navçeyên wê kir.
Ji ber ku di tûra yekem da encam nehat standin pêşhilbijartin bo tûra dûyem mabû ku di tûra dûyem da bernamzetên hevşaredarîyê yên Amedê û navçeyên wê dîyar bûn.
Kesên ku di tûra dûyem da bi ser ketine wiha ne:
* Bajarê Nû: Safiye Akdag û Mehmet Ergun
* Bismil: Mizgîn Ekîncî û Guven Tanrikûlû
* Sûr: Fatma Onkol û Adnan Orhan
* Erxenî: Şiyar Guldîken û Bîrsen Azad Bayar
* Farqîn: Kadrî Esen û Sevîm Bîçîcî
* Hênê: Hamdûllah Demîr û Vesîle Narîn
* Hezro: Hasîbe Yazdik û Erhan Guven
*Karaz: Mehmet Şik û Evîn Ay
* Pasûr: Fatma Ay û Mûrat Îpek
* Licê: Dîlek Diyar Ozer û Firat Demîr
* Gêl: Bahar Karakaş Ûlûg û Zulkuf Polat
* Xana Axpar: Semra Akyuz û Mehmet Ûlûs
* Rêzan: Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk
* Peyas: Berîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar
Li Pîranê jî wê namzet bi pirsîna ji gel bên diyarkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, encamên teqez, piştî nirxandina îtîrazên bên kirin dê ji aliyê rayedarên DEM Partiyê ve ji raya giştî re bên ragihandin.