Pêşbirka çîrokên kurdî: Her sê kesên ewil dê xelatê xwe bistînin

22/11/2024

Weqfa Çand û Lêkolînên Kurdî (Kürt-Kav) da zanîn ku wan pêşbirkeka çîrokên kurdî amade kirîye.

Her beşdarek dikare bi berhmeka xwe/dosyeyeka xwe beşdar bibe. Ji beşdarên pêşbirkê her sê kesên ewil dê bêne xelatkirin.

Kesê ewil 30 hezar, kesê duyem 20 hezar û kesê sêyem jî dê 10 hezar lîreyan bistîne.

Roja dawî bo serlêdanan 10ê Rêbendana 2025an e. Divê dosyeyên xwe ji bo vê maîlê bişînin. [email protected]

Encamên pêşbirkê dê 21ê Adara 2025an aşkera bibin.

Lijneya pêşbirkê ji bo kurmancî ji van kesan pêk tê: Mehmet Öncü, Loqman Polat, Receb Dildar, Mem Med û Mazhar Kara.

Lijneya pêşbirkê ji bo zazakî/kirmanckî ji van kesan pêk tê: Bedriye Topaç, Îhsan Espar ve Deniz Gündüz

Şert û Mercên pêşbirkê:

Zimanê pêşbirkê Kurdî ye (Kurmancî, Kirmanckî). Sînordarîyeka naverokî û temayan nîne, kî bi çi naverokê bixwaze dikare beşdar bibe. Dosyeya ji bo pêşbirkê hatîye, divê li cihekî din çap nebûbe. Beşdar heke nexwazin navên xwe bidin, bi mexlasan jî dikarin navekî binivîsin. Divê dosye PDF be, nivîsa wê 12 punto be. Divê beşdar dosyeyên xwe li ser maîlê bişînin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Eskerên Îsraîlê: Hemas hê jî li Xezeyê xurt e

Weşana paşê

Berken Bereh 50 salîya helbestkarîyê bi ‘Botanname’yê pîroz dike

Te hay ji vê heye?