Pêşangeha wêneyan a Mem Artemêt: Herka Heyatê

Pêşangeha wêneyan a Mem Artemêt: Herka Heyatê
Pêşangeha wêneyan a Mem Artemêt: Herka Heyatê
Botan Times
  • 10 Şubat 2022 14:47

Nivîskar û wênekar Mem Artemêt di 12ê Sibatê de li Merkezkaç Kolektif Mekânê pêşengeha xwe ya pêşî vedike. Di vê pêşangeha ku navê wê ‘’Herka Heyatê’’ ye, fotografên ji Bîngolê heta sînorê Afganistanê hatine kişandin, dê bên nîşandan. Artemêt di vê pêşangehê de li ser nexşeyeke xeyalî wesîqayên wê gerê datîne û kon û kursîyê ku bûne şahidên gera wî jî nîşan dide. Pêşangeh di 12ê Sibata 2022an, di saet 15:00an de li Merkezkaç Kolektîf Mekanê vedibe.

KURTEJIYANA MEM ARTEMÊTÎ:

Mem Artemêt di sala 1993an de hate dinyayê, ji Artemêta Wanê ye. Li zanîngeha Bîngolê lîsansa kurdî qedandiye, teza wî ya masterê li ser “Îmajên Şi’ra Fêrîkê Ûsiv” e. Di sala 2019an da li Diyarbekirê ligel hevalên xwe pêşangehek vekiribû. Pêşangeha bi navê “Herka Heyatê” wê bibe pêşangeha ewil a Mem Artemêt a şexsî. Mem li Diyarbekirê dijî û digel fotografan, bi sînema û edebiyatê ra jî mijûl dibe.

METNA PÊŞANGEHÊ

Li gel agahîyan ji bo agahîyên berfirehtir di derbarê pêşangehê de metnek jî belav kirine ku ev e:

Herka Heyatê

Rêya ku wateya pêşveçûn, endîşeya jiyanê û gerê dihewîne, îstiqametek..

Heyateka Seyar” ya ku Mem gelek caran di axaftinên xwe yên rojane da bi kar tîne belkî jî gotina herî maqûl e bo vê pêşangehê. Bêwarî, bêaîdiyetî, seqamgiriya koçê, halekî hereketî yê domdar, hevaltiya rêyan, qebûliyet û razîbûna vê rewşê…

Di “Herka Heyatê” da Mem Artemêt ê ku bi makîneya xwe ya fotografan kêliyên tesîrdêr sekinandine ji jiyana hunermendekî fotografan wesîqeyên eleqe û fokûsa xwe pêşkêşî bîneran dike. Her çiqas mijara eslî ya pêşangehê “Herka Heyatê” be jî, ji aliyekî ve di vê rêwîtiyê da Mem bi rota, fotograf û selfieyên xwe yên wesîqeyên wê demê, nexşeyeka xeyalî li ber çavên bîneran radixe ku ev nexşe ji war-bajarên Mem lê gerîyayî tesele dibe. Yek ji trajedîya wênegirekî ku ji “bêwênetî”yê dinizile ji teref wêneyên rehendpiçûk -ku hema bêje li her malê peyda dibin- ve digihîjin meqsed û mirazê xwe û li ser dîwarekî spî dibişkivin.

Heqîqetek heye ku em ji jiyana xwe ya îro-ro û ji cîhana ku em lê ne cuda nînin, ev yek di pêşangeh û rotaya berbehs da xwe bi awayekî eşkere nîşan dide. Mem ji Bakur dest pê kir û li Îran, Ermenîstan, Azerbeycan, Gurcistan, Rojhilat, Rojava û Başûr gerîya. Rêwîtiya Mem a ku bi otostopê ji Bîngolê dest pê dike û ber bi Solxan, Mûş, Norşîn, Tetwan, Qelqelî, Xoy, Tewrêz, Zenjan, Qezwîn, Têhran, Îsfehan, Şîraz, Reşd, Lahîcan, Erdebîl, Remsar, Demawend, Sebzewer, Nîşabûr, Meşhed, Xoresan, Qûçan, Şîrwan, Bojnûrd, Deregez, Çiyayên Tirkmenistanê, Sînorê Afxanistanê, Ahwaz, Şûş, Kuhdeşt, Kurdistana Rojhilat, Kirmanşah, Civanrûd, Sîne, Merîwan, Banê, Seqiz, MAHABAD, Urmiye, Salmas, Jolfa Sînorê Ermenistanê, Azadkent, Sisian, Zangakatun, Artaşat, Masis, Erîvan (Elegez), Pamp, Aparan, Ashtarak, Artashavan, Apnagyugh, Hartavan, Shakire, Kumisi, Sînorê Gurcistanê, Tiflîs, Poka, Ahilkelek, Filippovka, Qers, Îdir, Bayîzd, Wan, Bîngol û bi dehan bajarên ku me nejimartî ve dewam dike û tê dawiyê. Lê ya ecêb ew e ku di vê rêwîtiyê da ku li ser cendekên sînorên pêk hatiye, Mem li sînorê Afxanistanê fotografek jî negirt, pêlî axa wir nekir û ji wir bêdem û bêbelge vegeriya, ev yek nîşaneya herî zelal a tesîra xerab û neyînî ya şer û texrîbata ruhî ye ku li ser însanî dihêle. Ne ku welatên berbehs ji texrîbat, talan û şerî pak bûne lê weke sembol ev îtîraza hunermendê fotografan a li hember reşatiyê ye. Memê ku ji xeynî texrîbata fizîkî û ruhî ya ku ji şeran mîras maye ji Afxanistanê tu tişt hilnedaye, tu fotograf negirtiye û bê deng û hes vegeriyaye palpişta vî şerê bêaxirî ye.

Mem Artemêt ê ku wênegirekî seyar e kon termos û makîneya xwe dide pişta xwe û me dike şahidê wan wesîqeyên demê û konê ku temsîla wê rêwîtiyê ye di mekanê da raberî me dike. Me jî hewl da ku em van serboriyan veguhezînin mekanekê û we bikin şîrikê vê serpêhatiyê.

Kurator: Adem Bulut”