Pêşangeha “Ehmedê Xanî” vedibe

Pêşangeha “Ehmedê Xanî” vedibe
Pêşangeha “Ehmedê Xanî” vedibe
Botan Times
  • 6 Mayıs 2023 08:09

Hunermend Taylan Mîntaş dê pêşangeha bi navê “Xanî” veke.

Di pêşangeha da dê derbarê Ehmedê Xaniyî da ji disîplînên cuda yên wek peyker, wêne, dijîtal berheman nîşan bide.

Pêşangeha Taylan Mîntaşî dê li Galeriya Hunerê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî vebe.

Hunermend Taylan Mîntaşî, dema berhemên xwe amade kirine ji têgehên “xanî” yan jî “mal” îstîfade kiriye. Ji ber ku “Xanî” hem navê duyem ê Ehmedê Xanî ye hem jî ji bo kurdan stargeheke ku xwe lê dispêrin, wî li gorî vê hizr û ramanê berhem çêkirine û ev nav li pêşangehê kiriye.

Pêşangeh dê roja 6ê Gulanê saet di 17.00ê da bi kokteylekê destpê bike û heta 6ê Heziranê jî wê vekirî be.

Kuratorê pêşangeha Şerif Yaşar e.