Pêşangeha Hunermend Ahmet Guneştekîn a bi navê “Hafıza Odası” ya ku di 16ê Cotmehê de li Birca keçikê ya Amedê hat vekirin û wê heta 30ê Kanûnê vekirî bimîna 15 rojan berî wextê xwe xilas bû.
Rêvebirin û bikaranîna Birca Keçikê di destê Odeya Pîşesazî û Bazirganyê ya Amedê (DTSO) de bû. Pêşangeha Guneştekînî jî bi arîkarîya DTSOyê dihate pêşandin. Wezareta Çand û Turîzmê peymana rêvebirina Bircê nû nekiriye û ji dest Odeyê derxistiye. Lewra jî pêşangeh 15 rojan zû xilas bûye.
DTSOyê ji Wezareta Çand û Tûrîzmê daxwaza dirêjkirina peymanê kiriye, lê ji ber ku wezaretê bersiveke neyînî daye vê daxwazê ev rewş derketiye holê.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.