Artêşa Îsraîlê derbasî herêma piştî Çemê Lîtanîyê bûye - NYT
Hêzên bejayî yên Îsraîlê li başûrê Libnanê pêşveçûna xwe domandin û derbasî piştî Çemê Lîtanîyê bûn. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu
Perxudres Podcastê ragihand ku ew ê dest bi şandina bultenan xwe bike. Guhdarên Perxudres Podcastê wê bi bultenê karibin li metn û fotografên her xeleka nû binêrin.
Edîtorê Perxudres Podcastê Omer Faruk Baran dibêje ku hedefa bultenê pêşvebirina kalîteya podcastê ye.
Baran dîyar dike ku teknîkên platformên podcastan îro ro rê nadin belavkirina detayên mîna metnên dirêj û fotografên zêde û got ew ê bi bultenê vê problemê hal bikin.
''Guhdarên Perxudres Podcastê wê bi bultenê, xêncî dengê bihîstinê rengê dîtinê jî bibînin. Bihîstin û dîtin bi hevdu re pêjneke din çêdikin.''
Ew dibêje ku bulten belaş e û ew ê bi rêka Substackê here ser e-mailên guhdaran.
Kesên dixwazin dikarin ji https://perxudrespodcast.substack.com/ bibin abone.
Baran dibêje kesên nikarin ji Substackê bibin abone dikarin ji omerfarukbaran@hotmail.com re rewşa xwe binivîsin ku ew dikare problemê hal bike.
Perxudresê sala 2015an bi blogê dest bi weşanê kir. Li ser zemîna wê blogê Adara 2022yan Perxudres Podcast çêbû.
Wê podcastên notên ser kultur, sanat û edebîyatê weşandin û berî ku saleka xwe qut bike xelateke rojnamevanîyê stand.
Nîsana 2024an, Perxudres Podcast qulibî notên ser heyatê û ji bo aboneyan dest bi şandina bultena xwe ya bi fotograf û metnên podcastan kir.
Perxudres Podcast bi edîtorîya Omer Faruk Baran her Pêncşem di saet 5:50 pm de xelekeka nû diweşîne.
Lînkên Perxudres Podcastê:
Apple Podcasts Spotify Substack

Tu eposteya xwe binivîsî em ê ji te re bûltenan belaşî bişînin...