Pervîn Çakar: 14ê Adarê de albûma nû derdikeve

Pervîn Çakar: 14ê Adarê de albûma nû derdikeve
Pervîn Çakar: 14ê Adarê de albûma nû derdikeve
Botan Times
  • 26 Şubat 2023 08:49

Hunermenda operayê Pervin Çakar li ser hesaba xwe ya Twîtterê mizgîniya albûma xwe ya nû bi hezkiriyên xwe re parve kir.

Çakar dîyar kir ku wê bo salvegera Komkujiya Helebceyê albûmeke ji helbestê Şêrko Bêkes pêk tên amade kiriye.

Hunermenda kurd dîyar kir ku albûm nû dê di 14ê Adarê de derkeve.

Perwîn Çakar li ser hesaba xwe ya Twîtterê vê peyamê belavkir;

“Min bi boneya 35. Salvegera Komkujiya Helebceyê albûmek ji helbestên Şêrko Bêkes tomar kir. Di albûmê de sê besteyên min hene, yên din ji aliyê bestekarê îtalî Tommaso Saturnia û bestekara jêhatî Ezgî Tekîn ve ji bo dengê min hatine çêkirin. Album dê di 14ê Adarê de derkeve.”

Pervîn Çakar kî ye?

Di sala 1981’ê de li navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Di sala 1995an de li Lîseya Hunerî ya Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeyê kiriye.

Di sala 2003yan li Zanîngehê Gazî ya Enqerê, Beşa Hunerê ya Deng xwendiye.

Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heri baş” de destûrname wergirtiye.

Hunermenda Kurd Pervin Çakar di gelek pêşbazîya Operayê yên girîng de xelat wergirtine.