Pentagonê ragihand ku balona çavdêriya ya Çînê li ezmanê Amerîkayê hatiye dîtin

03/02/2023

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku wan baloneke çavdêriyê ya Çînî ku li esmanê wan difire, dîtin.

Wan diyar kir ku ew balon çavdêriya Çînê yê, lê ji ber sedemên ewlehiyê biryar dane ku wê balonê neteqinin.

Rayedaran diyar kirin ku balon bi rêbazên cuda yên wekî bi balefiran dihat şopandin. Ew balon di dawiyê de derbasî eyaleta Montana ya ku baregeheke nukleerî ya Amerîkayê ye, bûye.

Pentagonê di daxuyaniyekê de got, “Balon niha ji firokeyên bazirganî pir bilindtir difire û ti metirsiya leşkerî û fizîkî li ser mirovên li erdê nade.”

Balon beriya ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken roja Yekşemê ji bo serdaneke fermî ya du rojî here Çînê, hat dîtin.

Blinken dê di nav 6 salan de bibe yekem Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê ku diçe Çînê.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Kurdish media monitoring – 03.02.2023

Weşana paşê

Kûçikê herî pîr ê cihanê : Bobî

Te hay ji vê heye?

Aleksander Lavrentyev: Em êrişên Tirkîyeyê qebûl nakin

Nûnerê taybet ê serokê Federasyona Rûsyayê

Îranê gef li Amerîkayê xwar!

Îranê ragihandiye ku eger Amerîka dest

Doktorekî kurd li Amerîkayê xelata Brightest Brain a 2023yan wergirtiye

Bîjîşkekî ji Silêmanîya başurê kurdistanê li

Têbîniyên Amerîkayê V

Li dû çîrokên terora hamburgerê ketibûm.