Rojnameger Seher Akgün bi piştevanîya Sivil Düşünê projeyeka bi navê “Pênç Jin Pênç Rojnameger” çêkir.
Armanca projeyê ew bû ku zehmetî, serkeftîn û çîrokên jinên rojnameger ên heremê werin berhevkirin.
Rojnameger Seher Akgünê hevpeyvînên kirîne di kitêbekê da berhev kirine û herwiha belgeselek jî ji bo vê projeya xwe amede kirîye. Wê li Wan, Amed, Elîh, Agirî û Dêrsîmê hevpeyvînên xwe kirine.