PENa Navneteweyî êrîşên li ser sazî û kitêbfiroşên kurdî şermezar kir

26/09/2024

PENa Navneteweyî endîşeyên xwe yên li ser êrîşên sazî û kitêbfiroşên Kurdî eşkere kiriye ku polîsan 24ê mehê li Amedê bi ser Payîz Pirtûk û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DERê da girtibûn. Ew bangî desthilatdarên Tirkîyeyê dikin ji bo ku rêzê bo bikaranîn û pêşvebirina ziman û çanda kurdî bigirin.

Serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez derbarê meseleyê da wiha gotîye:
“Miletê kurd xwedîyê mafên xwe ye ku di nav civak û perwedeyê da zimanê xwe bikar bîne û bi zimanê xwe yê dayîkê agahîyan bi dest bixe. Dewlemendîyên me yên zimanî divê werîn teqdîrkirin/pîrozkirin, ne ku ji kokê bêne rakirin/hilweşandin.”

Çi bûbû?

24ê mehê li Amedê Polîsan bi ser Payîz Pirtûk û MED-DERê da girt.

Payîz Pirtûk kitêbfiroş e û ew zêdetir kitêbên kurdî difiroşe. Herwiha Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER jî sazîyeka zimanî ye û li wir zimanê kurdî tê fêrkirin.

Hevserokê berê yê MED DERê Rifat Ronî, Hevserokê MED-DERê Mehmet Remzî Azîzolu, Hevserokê MED-DERê Ramazan Holat Şukran Yakut û Rêvebera MED-DERê Dîlan Guvenç hatine desteserkirin.

Her wiha ji bilî van, Nazan Çelîk, Rezan Aktulum, Berîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkis Bîtkîn Cîhat Guneylî, Mehmet Salih Ongun, Îlyas Gun û Hebûn Yagmur Mîne Karakaş jî hatine desteserkirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

60 rêxistinên navneteweyî li hember zextên li ser medyaya Tirkiyeyê derketin

Li gorî Rapora Çavdêriya Medyayê ya ku Erol Onderoglu,li bianetê weşandiye, di

“Keçên Kobanîyê” dîsa hatiye qedexekirin

Pirtûka bi navê “Keçên Kobanîyê” ya ku behsa têkoşîna li dijî DAIŞê

Di meha Mijdarê de 21 rojnameger hatine desteser kirin – Rapora DFGyê

Li gorî rapora DFGyê ya meha Mijdarê ya sala 2024ê, 21 rojnameger