Pêkenoka Demîrtaşî ji aliyê 43 milyon kesan ve hate dîtin

Pêkenoka Demîrtaşî ji aliyê 43 milyon kesan ve hate dîtin
Pêkenoka Demîrtaşî ji aliyê 43 milyon kesan ve hate dîtin
Botan Times
  • 19 Nisan 2023 09:38

Tweeta Hevserokê berê yê HDPyê Selehatîn Demîrtaşî yê ku li ser îddayên “ew û aborînas Ozûr Demîrtaş mirovên hev in” parve kir, ji aliyê 43 mîlyon kesan ve hate dîtin. 

Demirtaşî yê ku di girtîgehê da ye li ser îddîayan bi awayeke pêkenok li ser hesabê xwe yê Twîtterê bi bersiv da.

Selahattin Demirtaş ku gotina Ozgur Demirtaş a “Ti mirovatiya min bi ti siyasetmedarekî ra tune ye” parve kir û got, “Pismam em çima wiha bûn? Ji ber ku tu azad î, û ez rehîn im?”

Piştî Selahattin Demirtaş, Ozgur Demirtaş jî peyamek belav kir.

Ozgur Demirtaş diyar kir ku, tweeta Selahattin Demirtaş di nav hemû tweetên wî yên siyasî da ya herî zêde hatiye xwendin e.

Wî got, “Ev nîşan dide ku welat çiqas ji tiştên pêkenok ra birçî ye.”