Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

PDK çûye Silêmanîyê, YNK jî çûye Dihokê – Hilbijartina Herêma Kurdistanê

15/10/2024

Li Herêma Kurdistanê ya Iraqê dengdana pêşwext dê roja înê dest pê bike û dengdana asayî roja yekşemê ye.

Dema fermî ya kampanyayê roja sêşemê bi dawî dibe. Di hilbijartinên vê carê de, nêzî sê milyon belgeyên dengdanê dê amade bin. Ev hilbijartin dê rola girîng di dîyarkirina paşeroja sîyasî ya Herêma Kurdistanê de bilîzin.

Kampanyayên ji bo hilbijartinê dê îro bi dawî bibin.

Di hefteya dawiyê de:

PDK li Dihokê partiya yekem e, ew çûye bajarê Silêmanîyê yê ku li wê derê YNK partiya yekem e. YNK jî li Silêmanîyê partiya yekem e ew jî çûye Dihokê ku li wê derê PDK yekem e.

Di hilbijartina 2018an de, PDKyê 45 kursî, YNKyê 21 kursî, Tevgera Goran 12 kursî û YÎKê 5 kursî bi dest xistibûn. Piştî şikestina partîyên wek Goranê tê texmînkirin ku ew hêz dê li herdu partîyên sereke belav bibe.

Piştî jimara kotayê jî ji 11an ketiye 6an ew 5 kursîyên vale dê rolê li reqabeta PDK û YNKyê bike.

Kampanyaya PDKyê ya li Silêmanîyê

Nêçîrvan Barzanî, cîgirê serokê PDKê li Silêmanîyê axiviye û gotiye ku Silêmanî dikare ji rewşa niho pêşdetir be. Wî soz daye ku PDK dê xizmeteka mezin pêşkêşî Silêmanîyê bike. Barzanî daxwaz kiriye ku xelkê Silêmanîyê carekê jî be, PDKê biceribînin. Herwiha wî piştrast kiriye ku PDK hewl dide hemû beşên Herêma Kurdistanê bêyî cudahî xizmet bike. Barzanî gotiye ku PDK dê soza xwe bicih bîne û kêmasîyan çêneke.

Kampanyaya YNKê ya li Dihokê

Bafil Talebanî, serokê YNKê, li Dihokê xelk han daye ku dengan bidin partîya ku dikare bandorê bike. Wî behsa serkeftinên YNKê yên du salên dawîyê kiriye û xwestiye ku bi piştgirîya xelkê Dihok û Behdînanê, serkeftineka dî bi dest bixe. Talebanî bal kişandiye ser hilbijartina walîyê YNKê li Kerkûkê di meha tebaxê de.. Wî herwiha qala serkeftinên dadgehî li Bexdayê kiriye û gotiye ku bi piştgirîya xelkê Behdînanê, ew dixwaze Dihokê “kesk” bike( bi rengê sereke yê YNKê).

Gazîya Komal ji bo yekîtîyê

Elî Bapîr, serokê Komala Dadwerîya Kurdistanê (Komal), li Ranyayê gazî yekîtîyê kiriye. Wî rexne li partîyên desthilatdar girtiye û gotiye ku divê em hemû bicivin û xizmetê bikin. Bapîr hişyarî daye ku kesên dengan didin partîyên ku herî kêm 30 sal in hatine ceribandin, dê poşman bibin. Wî dîyar kiriye ku Komal karê xwe li ser dijberîya kesekî ava nekiriye û gazî kiriye ku hemû kes bicivin û xizmetê bikin.


Çavkanî: Facebook, X, Instagram, Rudaw, Botan Times, Channel 8

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan