Pasaporta Demokrîtos

13/07/2024

Di Tîrmeha sala 1943yan de, li bajarê me yê Wanê, 33 kurd, bi sedema bêpasaportbûnê, ji aliyê, komûtan Mustafa Muglali ve tên girtin  û bê mehkeme tên kuştin. Dîsa bajarên me yên Nisêbîn û Qamişlo bi xêzkirina sînoran, li du aliyên cuda man. Ew sînorên di nav her du bajaran de bi mayinan hatin dagirtin,  gelek mirovên me bi van mayinan jiyana xwe ji dest dan. 

***

Çavkaniyên dîrokî, li ser jiyana mirovan, xwediyê agahiyên gelek balkêş in. Bi rêya van çavkaniyan, em dikevin nav zemanên berê û em mirovên bi hezaran salan berê jiyane, nas dikin. Yek ji van çavkaniyên girîng, pirtûka Diogenes Laertius e. Laertius, di sedsala 3yem de, pirtûka bi navê “ Jiyan û Nêrînên Fîozofên Navdar” dinivîse ku ev pirtûk hîn jî di felsefeyê de girîngiya xwe diparêze. Laertius di berhema xwe de, qala jiyana fîlozofan dike, qala nêrînên wan ên felsefî dike û qala berhemên wan dike. Herçiqas nêrînên fîlozofan, dîroka jiyana wan, welatê wan ji hev cuda bin jî, taybetmendiyeke wan a hevpar bala mirov dikşîne: Rêwitî ! Di berhemê de em dibînin ku, gelek fîlozof, derketine rêwitiyên dûr û li welatên cuda geriyane. Wek mînak, Thales, Platon, Pîsagor çend caran ji Yûnanê berê xwe dane Misirê. Lê fîlozofek heye ku gava em rêwitiyên wî dixwînin, em şaş dimînin. Ew jî, Demokrîtos e. Demokrîtos (B.Z Sedsala 5an) ji Yûnanê (Iyonya) derdikeve û berê xwe dide welatên dûr. Ji bo matematîkê diçe Misirê, li Babîlê di nav Keldaniyan de perwerdehîyê dibîne, li ser bajarê Meroeyê (Sûdan) dinivîse û heta Hîndîstan û Etîyopyayê diçe. Gava mirov rêwitiyên Demokrîtos dixwîne, xêncî hesûdiyê, di hişê mirovan de pirsek çêdibe: Di nav şert û mercên wê çaxê de, çawa ewqas geriyaye? Li vir mesele ne aborî ye, çimkî em dizanin ku Demokrîtos ji malbateke pir dewlemend e. Gava em bi şert û mercên îro difikirin, rêwitiyên Demokrîtos bi me wek xeyalekê tê, çûn û hatina ewqas welatên cuda bi me balkêş tê. Çimkî em dizanin ku îro, xêncî aboriyê, ji bo çûn û hatina welatên cuda, li ber me gelek şert û qaîde hene. Eger Demokrîtos di roja me de bijiya, gelo ew ê bikariba ewqas bi rehetî bigeriya? Bifikirin, Demokrîtos ji bo here Misirê, diçe Balafirgeha Atînayê, lê li ber derî jê dipirsin: Pasaport? Demokrîtos jî bi pirseke felsefî bersiva wan dide û dipirse: Pasaport çi ye?

Bi pirsa Demokrîtos, em jî li ser vê meseleyê difikirin û pirsên nû lê zêde dikin. Pasaport çi ye? Çima ewqas girîng e? Çima ewqas girîng e ku gelek caran li ber çûn û hatina me dibe astengeke mezin? An jî çima em gelek caran, welatên dixwazin lê bigerin, li gor pasaport û vîzeyan hildibijêrin? Pasaport herçiqas wek belgeyeke fermî be jî, wek semboleke girîng gelek agahiyan di nav xwe de dihewîne. Temsîlîyetiya pasaportê ya herî mezin, sînor e, sînorê welatan e. Loma her welat, bo sînorên xwe, şert û mercên cuda datînin û gelek caran jî destûrê nadin. Ji rêwitiyên Demokrîtos em fehm dikin ku, di dema Demokrîtos de pirsgirêka pasaportê tunebûye û Demokrîtos ji bo vîzeyê, li konsulxaneyan li dû randevuyan negeriyaye. Wê çaxê pasaport kînga derket? Çi guherî û çima bo çûn û hatinê pasaport (vîze) li ser mirovan hat ferzkirin? 

Stefan Zweig ji pirtûka xwe ya bi navê “Die Welt Von Gestern” (Dinyaya Duh),  serê xwe radike û dibêje eger destûra we hebe, ez dixwazim pirsa we bibersivînim. Zweig di pirtûka xwe de, wek mirovekî çend caran serîlêdana wî ya vîzeyê nehatiye qebûlkirin û li ser pasaporta wî hişyariya “dijminê biyanî” hatiye mohrkirin, qala pirsgirêka pasaportê dike. Zweîg dibêje ku berî sala 1914an, cîhan aîdê hemû mirovahiyê bû, herkes bi rehetî dikaribû biçûna welatên cuda û destûrxwestin tunebû. Ji gotinên Zweîg em fehm dikin ku, meseleya pasaportê, bi awayekî cidî, bi destpêka Şerê Cîhana Yekemîn derdikeve pêşberî me. Di Şerê Cîhana Yekemîn de sînorên gelek welatan hatin guhertin, gelek welatên nû ava bûn û sînorên netewî bi awayekî xurt hatin xêzkirin. Piştî xêzkirina sînoran, ji bo parastin û ewlehiya sînoran jî, belgeya pasaportê ferz kirin.

Bi hêviya ku, bersiva me daye ji bo pirsa Demokrîtos a “pasaport çi ye”, têra Demokrîtos kiribe, em li Demokrîtos dinêrin. Lê Demokrîtos bi vê bersivê qayîl nabe, radihile walîza xwe, ji ber deriyê balafirgehê tê û dîsa dipirse: Çawa dibe ez fehm nakim. Niha ez pasaport derxînim jî, ku cara ewilî dibihîzim, îhtîmal keye ku vîze nedin min. Yanî îhtîmal heye ku welatên ku ez dixwazim bibînim, tu caran nebînim. Ev çawa dibe? 

Çawa dibe nizanim, lê mixabin dibe Demokrîtos. Pasaport wek belgeyeke fermî, aîdîyet û hemwelatiyê îfade dike. Ev aîdîyet, bo çûn û hatinê carna dibe referanseke baş û dihêle ku hemwelatiyên hinek welatan bê vîze, bi rehetî herin û werin. Wek pasaportên Japonya, Sîngapûr, Almanya û Fransayê. Lê ev aîdîyet, gelek caran jî bo destûra çûn û hatinê, wek pirsgirêkekê derdikeve pêşberî me. Welatê ku vîzeyê dide, divê welatê ku mirov bo serî lê didê bi awayekî fermî nas bike yanî hebûna wî qebûl bike. Yan na mirov wek Viktor Navorski, li balafirgehê asê dimîne û nikare xwe tev bide. Viktor Navorski, serlehengê fîlmê “Terminal” (2004/ Der: Steven Spielberg) e. Vîktor, ji welatê xwe tê Emerîkayê, li balafirgehê peya dibe. Lê destûr nadin Viktor ji balafirgehê derkeve û bikeve nav sînorên Emerîkayê. Çimkî gava dema Viktor di balafirgehê de ye, li welatê wî bi îhtîlalê îktîdar guheriye û welatên din jî îktîdara nû qebûl nekirine. Vîktor ji nişka ve bê welat dimîne û qîmeta pasaporta wî namîne. Loma jî nikare vegere welatê xwe an here cihekî din. Mirovên bixwazin di vê rewşê de derbasî welateke din bin jî, mixabin gelek rîsk û talûkeyan digrin ber çavê xwe û bêpasaportbûn, gelek caran dibe sedema mirinê.

Wek mînak, di Tîrmeha sala 1943yan de, li bajarê me yê Wanê, 33 kurd, bi sedema bêpasaportbûnê, ji aliyê, komûtan Mustafa Muglali ve tên girtin  û bê mehkeme tên kuştin. Dîsa bajarên me yên Nisêbîn û Qamişlo bi xêzkirina sînoran, li du aliyên cuda man. Ew sînorên di nav her du bajaran de bi mayinan hatin dagirtin,  gelek mirovên me bi van mayinan jiyana xwe ji dest dan. 

Di nav şert û mercên dinyaya îro de, mijara pasaport û vîzeyê her diçe xurttir dibe û li ber çûn û hatina mirovan dibe astengeke mezin. Herçiqas “azadiya rêwitiyê” di nav mafên mirovan de wek mafekî girîng hatibe qebûlkirin jî, gelek caran bi şert û qayîdeyên vîzeyê, ev maf tê binpêkirin û rê li ber mirovan tê girtin. Komîteya Mafên Mirovan a Yekitiya Neteweyan di mutalaayeke xwe de diyar dike ku, azadiya rêwitiyê, bo pêşketina mirovan, şertekî jêveneger e. Li aliyekî azadî û pêşketina mirovan? Li aliyekî din jî parastina sînoran? Li gor te kîjan girîng e Demokrîtos? 

Bi Ingilîzî bixwîne


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman