Parlementerê ÎYÎ Partiyê li dijî namzetîya Kiliçdarogluyî ji partiya xwe îstîfa kir

Parlementerê ÎYÎ Partiyê li dijî namzetîya Kiliçdarogluyî ji partiya xwe îstîfa kir
Parlementerê ÎYÎ Partiyê li dijî namzetîya Kiliçdarogluyî ji partiya xwe îstîfa kir
Botan Times
  • 29 Mart 2023 09:41

Parlementerê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Yavuz Agiralîogluyê ku li dijî namzetîya Kiliçdarogluyî derketibû, ji partîya xwe îstîfa kir.

Agiralîoglu bi helwêsta xwe ya nijadperestî naskiriye.

Serokê Partîya Komarî ya Gelî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di 6ê Adarê da bi awayeke fermî namzetîya xwe ya serokkomarîyê ragihandibû.

Serokê CHPê piştî ragihandina namzetîya xwe, li gel HDPyê jî civînek saz kiribû. 

Yavuz Agiralîogluyê jî li ser nêzîkbûna CHPê û HDPyê rexne li partiya xwe û Tifaqa Milletî girtibûn.