Parlamenterên HEDEPê ji bo Ozerê serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê da

  • 02/12/2023
Parlamenterên HEDEPê ji bo Ozerê serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê da
bianet Fotoğrafı

bianet

02/12/2023

Saziya Tiba Edlî ji bo Makbûle Ozera 81 salî raporek dabû û gotibû “ew dikare di girtîgehê de bimîne.” Parlamenterên HEDEPê li dijî vê biryarê, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê da.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) li dijî biryara Saziya Tiba Edlî ya ku gotiye, Makbûle Ozera 81 salî “dikare di girtîgehê de bimîne”, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Parlamentoyê da.

Di daxwaznameyê de parlamenteran diyar kir ku di 24ê Tîrmeha 2018an de bi ser mala Ozer û hevjînê wê Hadî Ozerî de hatiye girtin û ew tevî zarokên xwe hatin desteserkirin. Bi tohmeta “alîkarî dane rêxistinê” Ozer û hevjînê wê her yek ji wan bi 2 sal û mehek cezayê girtîgehê hatin cezakirin.

ji bo berdewamîya nûçeya bianetê bitikîne.

Şîrove*

%d