Parlamanterê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz li hesabê xwe yê Twitterê şiîreke Ebdulla Peşêw nivîsî.
Kaçmaz bi dîmenên ji mîtînga Batmanên dîyar kir ku bi hezaran kes kom bûne û şiîra Peşêw rêz kir.
Husein Muhammed ev şiîr, ku navê wê ‘’Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe’’ ye, ji Soranî wergerandîye Kurmancî.
Hêjayî bîrxistinê ye, Peşêw bi helbest û helwesta xwe ya dijî kolonyalîzmê tê nasîn.