Parlamantera Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Remzîye Tosun di meclîsa Tirkîyê de laçika xwe ji serê xwe avêt.

Tosun berî laçika xwe ji serê biavêje, di axaftina xwe de da zanîn ku ji her demê pirtir hewcedarîya wan bi aştîyê heye.

Wê dîyar ku li gor erf û edetên Kurdan jin gava dolbenda xwe ya sipî ji serê xwe diavêjin şer û pevçûn disekinin û laçik ji serê xwe danî û avêt meclîsê.

Di axaftina xwe de, Tosun dîyar kir ku ew dixwazin dawî tecrîda li Îmraliyê were û rê li ber aştîyeke bi rûmet vebe.

Remzîye Tosun ji 2018an vir ve ji Dîyarbekir parlamantera HDPê ye ku ya partîya wê partîyê ji 57 parlamanterên wê 23 jin in.