Parêzgeriyê qedexe kir: Ez ji guhdarên xwe lêborînê dixwazim!

05/02/2023
Hunermed Azad Bedran

Konserên hunermendên Kurd bi sedemên cur be cur ji aliyê rayedarên hikumetê ve tên qedexekirin an jî tên asteng kirin.

Konsera hunermend Azad Bedranî ku li bêndê bû di 14ê Sibatê de Nisêbîna Mêrdînê pêk bê ji aliyê Parêzgeriya Mêrdînê ve hate betalkirin.

Hunermend Bedranî li ser biryara Parêzgeriya Mêrdînê ji Botan Timesê re dibêje,

“Ev ne meseleyeke şexsî ye. Mesele hunera Kurdî ye. Bi van biryaran dixwazin canda gel tune bikin”

Azad Bedran

Wî dîyar kir ku ev ne yekem care konsera wî tê betalkirin û got,

Beriya niha 2021an de jî cardin li konsera min ya navçeya Nisêbînê ji aliyê parezergeriya wê bajarê ve hatibû betalkirin.

Azad Bedran

Parêzgeriya Mêrdînê ji 29 Çileyê heta 12ê Sibatê li tevahiya bajar çalakî û şahiyên girseyî qedexe kiribû.

Li gel konsera hunermendê Kurd di 14 Sibatê de ye jî parêzgerî destûra konserê nedaye.

Li gor hunermendê Kurd, armanca van biryaran qirqirina çandî ye û diyar dike ku;

Mesele ne hunermend e. Ne Azad e. Ev jî şewazeke cuda ya binpêkirinê ye. Lê em ê her li dij vê zihnîyetê bi tebikoş in.

Azad Bedran

Bedranê ku ji ber biryara parezgeriyê nekaribû bi guhdarên xwe re bê gel hev dibêje,

” Ez ji guhdaran lêborîna xwe dixwazim. Em ê hêj gelek caran bên cem hev û konserên xweş li dar bixin.” 

Di sala 2022an de jî hejmareke zêde hunermendên kurd bi astengiya û zehmetiyan re rû bi rû mabûn.

Bixwîne: https://botantimes.com/hunermenden-kurd-em-sehne-nabinin/


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

Jimara 3yê ya kovara Botan Timesê derket

Weşana paşê

The third issue of Botan Times Weekly out