Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Kurd ji dadgehên Tirkiyeyê bê hêvîne çareseriyê li..”

31/01/2023
Foto: Twitter, @ECHR_CEDH

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) aşkere kir ku di sala 2022yan de herî zêde serîlêdan ji bo dadgehê ji Tirkiyeyê hatiye.

Kesên serî li dadgehê dane li gorî sala borî sedî 3 zêdetir bûye.

Li gor Parêzer Sezgîn Dînç jî sedema vê yekê bê edaletiya dadgehên Tirkiyeyê ye.

Her çiqas ji wan serîlêdanan nayê zanîn jî ji wan çend Kurd in, li gor Parêzer Dinç hejmareke zêde Kurd di sala 2022an de li korîdorên Dadgeha Bilind li edaletê geriyane.

‘Baweriya Kurdan bi dadgehên Tirkiyeyê nayê’

Parêzer Sezgîn Dînç

Parêzer Dînçê ku li Mêrdînê kar dike ji bo hejmara bilind ya serîlêdanan dibêje,

“Dema dozeke mûvekileke min encam negire ango ji bo vekirina dozeke bên cem min raste rast dibêjin ‘em ê dosyayê bibin heta Ewropayê. Baweriya Kurdan her bi dadgehên Tirkiyeyê nayê ji ber wî çareyê li wir digerin.”

Parêzer Sezgîn Dînç

Kurd ji xwe di warê serîlêdana Dadgeha Ewropayê de ji salên 90an vir ve xwedî tecrube ne. Dozên kiryarên wan ne dîyar, şewitandina gundan û her wekî din ku ji dadgehên Tirkiyeyê encameke negirtin hemû birin Dadgeha Bilin. Hemû doz ji wir bi tazminat vegeriyan. Tirkiyeyê mehkum kirin. Ji ber wê ye ku Kurd her çavên wan li DMME ye.”

Parêzer Sezgîn Dînç

Li gorî daneyên Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, Tirkiye bi 19 hezar û 850 dosyayan bû welatê ku herî zêde serlêdan li dadgehê kiriye.

Piştî Tirkiye bi 17 hezar û 50 serilêdanan Rusya bû dûyem, piştî wê jî bi 10 hezar serilêdanan Ukrayna di rêza sêyemde cih girt.

Foto: Twitter, @ECHR_CEDH

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û