Parastvanê Messiyî ne bezî, firrîya!!

08/10/2024
SS, Vîdeoyên medyaya civakî

Lionel Messi bi şiyanên xwe yên bêhempa û jêhatîbûna xwe ya gol kirinê li seranserî cîhanê nav daye.

Bi hezaran kes tên stadyûman da ku carekê jî be vî kaptanê 37 salî di lîstika xwe de bibînin ji berîya ku ew pêlavên xwe bi dîwarî ve daleqîne.

Yassine Cheuko, parastvanê ku bala hemî kesan dikişîne

Di van salên dawîyê de, kesekê dî jî bala mirovan kişandiye, ew jî parastvanê Messîyê Yassine Cheuko ye. Cheuko berê operatorekê leşkerî bûye, ji alîyê fîzîkî ve amade ye ku her tevgera stêrê futbolê bişopîne û pêşî li nêzîkbûnên nexwestî bigire.

Bûyera dawîyê ya balkêş

Mînakeka vê yekê roja yekşemê çêbûye dema ku Inter Miami çûye BMO Field da ku li Ontario ya Kanadayê li hemberî Toronto FC bilîze. Di dema lîstikê de, xortekê alîgir bi lez bazda qadê da ku nêzîkî Messîyî bibe. Cheuko, ku her dem hişyar e, gef dît û bi lez bazda qadê da ku berî xort bigihîje nîvê qadê, bigihîje wê derê. Lê belê, digel mudaxeleya Cheuko, Messîyê destûr da xortî ku wêneyekê pê re bikişîne, berî ku ew bi lez vegerîya cihê xwe.

Çavkanî: Times of India, Karar, Botan Times


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Gelo Îsraîl dikare navendên berhemên nûkleerî yên Îranê biteqîne?

Weşana paşê

“Heta niho li Filistînê 226 karmendên Neteweyên Yekbûyî hatine kuştin”