Panela Cejna Zimanê Kurdî: Wêjeya Kurdî û Derbideriyê

Panela Cejna Zimanê Kurdî: Wêjeya Kurdî û Derbideriyê
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Li Almanyayê dê ji bo roja 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî panelek were lidarxistin.

Di vê panelê da Romannûs û çîroknûs Helîm Yûsiv li ser Wêjeya Kurdî û Derbideriyê biaxive.

Panel dê ji alîyê Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (YEKMAL) roja 14ê Gulanê li dar bikeve.

Moderatorîya panelê dê Dawid Yeşîlmen bike. Ji bilî panelê dê Dîwana Dengbêjan çêbibe ku dengbêj Rêber Serhed jî ji herêma Serdehê klaman pêşkêş bike.

Bername di navbera saet 16.00 – 19.00an da li Begegnungszentrum, Weberplatz 3, 45127 Essen ê bibe.