“Pall Weşan” li weşanxaneyên kurdî zêde bû

“Pall Weşan” li weşanxaneyên kurdî zêde bû
“Pall Weşan” li weşanxaneyên kurdî zêde bû
Botan Times
  • 10 Ocak 2023 08:37

Pall Weşanê îlan kir ku wê sê kitêb derêxistine û dest bi karê xwe yê weşangeriyê kiriye. Navenda weşanxaneyê li Diyarbekirê ye.

Weşanxane dê şeveka danasînê jî pêk bîne. Danasîna avakar û xebatkarên weşanxaneyê dê di wê şevê de bê kirin.

Birêvebirên weşanxaneyê danasîna xwe bi van gotinan kiriye:

Ev demek e em amadekariya weşanxaneyeke nû dikin. Asoxî me dest bi weşanê kir û kitêbên xwe yên ewil çap kirin. Bi vê minasebetê em dixwazin bi bernameyekê avabûna weşana xwe pîroz bikin û weşanxaneya xwe bidin naskirin. Kitêbên me cara ewil dê di vê Şeva Pall Weşanê de bên nîşandan. Em bi dilxweşî we vedixwînin vê şeva taybet a Pallê. Em dê bi beşdariya we şanaz û bextewer bibin.

Dîrok: 14.01.2023 / Şemî
Saet: 19:00
Cih: Mordem Sanat / Diyarbekir



Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.

Agahiyên zêdetir li ser kar û armancên weşanxaneyê dê di bernameyê de bên diyarkirin.

Kitêbên me yên ewil:

Şeva Dizên Solstîsê, Bilal Nergizli, çîrok, 64 rûpel
Lerz, Qasim Pîro, roman, 144 rûpel
Siya yê Din, Hesen Ildiz, çîrok, 80 rûpel

Digel rêz û silavan.