“Pall weşan weşanxaneyeka nifşê nû ye”

  • 15/01/2023
“Pall weşan weşanxaneyeka nifşê nû ye”
Murat Bayram Fotoğrafı

Murat Bayram

15/01/2023

Şeva Pall Weşanê, Înan Eroglu diaxive, 14.01.2023, Diyarbekir

Birêvebirên Pall Weşanê şahîyek pêk anî û îlan kir ku wê dest bi karê xwe kiriye. Şahî 14ê Kanûna Paşiyê bû. Li ser pirsa BotanTimesê ya gelo çi ferqa vê weşanxaneyê ji weşanxaneyên heyî heye, berpirsê weşanxaneyê Înan Eroglu got:

Înan Eroglu

Ev weşanxane ya nifşê nû ye. Em ciwan in. Bêhêvîtîya nifşê me heye lê ew ê bişkê. Karê me jî dê li gor hewceyîyên vê rojê be.

  • Kitêb dê wek kitêbên bideng bêne weşandin. Êdî trendek e ku xelk guhdarîya kitêban dikin.
  • Halê dîjîtal yanî e-kitêb dê bêne weşandin. Peydakirina kitêbên çapkirî ji bo xelkê li dûr an Ewropayê zehmet e. E-kitab dê li her derê dinyayê berdest bin.
  • Gelek edîtorên me hene. Her kitêbek dê ji edîtoriyayeka gelekê zehmet derbas bibe.
Înan Eroglû, Berpirsê Pall Weşanê

Şair Yehya Omerî yek ji edîtorên weşanxaneyê ye. Wî ji BotanTimesê re got:

Em nabêjin em ê gelek berhemên şeirê biweşînin lê em ê berhemên gelekê biserketî biweşînin.

Yehya Omerî, edîtorê Pall Weşanê

Şêwirmendê hiqûqê yê weşanxaneyê Şîraz Baranî diyar kir:

Şîraz Baran

Ez êdî piranîya caran e-kitêban dixwînim lê nikarim kitêbên kurdî peyda bikim. Ji beriya her tiştî wek xwendevanekê kitêbên kurdî bi wekirina vê weşanxaneyê dilşad im.

Şîraz Baran, Şêwirmendê hiqûqê yê weşanxaneyê

Piştî danasînê beşdar reqisîn.

Wêneyên naverokê: Murat Bayram BotanTimes

Nivîsa Danasînê û kadroya Pall Weşanê

Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.

Di nirxandina kitêban de baldar e li ser sê xal-pirsan û kitêbên bêne qebûlkirin herî kêm bi xalekê re li hev dikin: 1) Nivîskar ciwan e û di berhemê de ew şiyan xuya ye ku dê di dahatûyê de berhemên baştir binivîse?

2) Ev berhem nûbûnekê tîne nav qada xwe û taybetiyeke xwe ya xweser heye?

3) Nivîskar aliyên naverokî û şiklî di berhema xwe de çawa tetbîq kiriye û çend kariye bi serkeftî bihûne? 

Pall digel kitêbên telîf dê kitêbên wergerandî jî biweşîne. Dê li pey derfetan be ku digel berhemên klasîk ên bijare, berhemên nivîskarên hevçax wergerîne ser kurdî. 

Dê ne tenê kitêban biweşîne, her weha dê çalakiyên fikrî û kulturî jî pêk bîne, dê hewl bide civîn, atolye û gotûbêjan saz bike, beşdaran di qadên cuda yên weşanê de perwerde bike. Dê podcastan amade bike, vîdeoyan biweşîne. 

Bi ti awayî kitêbên nivîskarên xwe bi piştgiriya wan a madî naweşîne lê deriyê wê ji bo hemû piştgirî û hevkariyên derekî vekirî ye. Her çi piştgiriyek ji bo kar û xebatên wê bê kirin, dê di kunyeya kar û xebata berbehs de bê diyarkirin. 

Rêxweşker e bo ciwanan, dê hewl bide berhemên wan zêdetir biweşîne. Her bi vê mebestê, dixwaze rê li ber zarokan jî xweş bike û di demên pêş de bi navê Pall Zarok kar û çalakiyan pêk bîne. 

Pall giringî bi rênivîs û hevoksaziya kurdî dide. Berhemên ku ji wê re tên şandin, bi kêmanî 90% divê bi xalên Rêbernameya Pallê re biguncin û li gor wê bên serrastkirin. Heçî berhemdarê ku berhema xwe dişîne, çêtir e ku pûte bi xalên rêbernameyê bide û li gor wê bişîne. Rêbername hin xalan wekî standardên xwe û hin xalan jî wekî tercîha nivîskaran qebûl dike. 

Pall Weşan halê hazir bi kurdî (kurmancî) û tirkî weşana xwe dike, lê piştî demekê dixwaze kirmanckî jî lê zêde bike. Kitêbên tirkî dê ji çaryekê (4/1) yên kurdî nebihurin. Tenê xebat û lêkolînên li ser kurdan û eleqedarî wan bi tirkî dê ji bo weşanê bên qebûlkirin. 

Edîtor

Rojda Yaşîk

Yehya Omerî

Semra Güçlü

Mihemed Şarman

Înan Eroglu

Xwendina Dawî & Serrastkirin

Îkram Baban

Mem Artemêt

Ekrem Yıldız

Berg-Dîzayn

Emîr Tahir

Edîtorê Dengî

Erol Şaybak

Podcast

Omer Faruk Baran

Birûsk Aryan

Medyaya Civakî û Karên Teknîkî

Armanc Dayan

Belavkirin

Nalin Keskin

Malpersazî

M. Selim Dönmez

Şêwirmendê Zimanî

Ergin Öpengin

Şêwirmendê Hiqûqî

Şiraz Baran

Rêveberê Giştî yê Weşanê

Înan Eroglu

%d