Pall Weşan dê cara duyemîn çalakîyê meşê li dar bixe

Pall Weşan dê cara duyemîn çalakîyê meşê li dar bixe
Pall Weşan dê cara duyemîn çalakîyê meşê li dar bixe
Botan Times
  • 2 Mayıs 2023 11:06

Pall Weşan dê bi çalakîyê xwe yê bi navê ‘Pall Meşan’ cara duyemîn li dar bixe. Vê carê dê meş li Sûrên Diyarbekirê pêk were.

Di çalakîyê da dê Helbestvan û Nivîskarê Kurd Receb Dildar mêvan be.

Pall weşan li ser hesabê xwe yên medyaya civakî peyameka wiha nivîsîye:

Di vê çalakiyê de em dê digel Receb Dildar li mekanên wî bigerin û bibînin ka van mekanan bi çi awayî cih girtiye di çîrok û romanên wî de, û bi çi awayî tesîrê li edebiyat û wî kiriye.

Kontenjan bi 12 beşdaran sînordar e û heta 6ê Gulanê saet 15.00ê hûn dikarin qeyda xwe ya beşdarîyê çêkin. 

Ji bo qeyda beşdarîyê linkê bitikîne: https://docs.google.com/forms/d/e/1FAIpQLSe-pzQZKyJD8MjbeOsdJCurqtdsEptUzVYksZzzofWj5qOoFw/viewform

Recep Dildar kî ye ?

Receb Dildar di sala 1958’a de li gundê Bedulyê hatiye dinê, lê malbata wî li wir zêde nesekiniye, ji wir bar kiriye û çûye Amedê li gundê Elîparê bi cî bûye. Receb Dildar bi xwe li Elîparê mezin bû. Wî xwendegeha pêşîn li Elîparê, ya navîn li Amedê qedand. Paşê ji bo xwendegeha mamostatiyê ew çû bajarê Kırşehirê û çar sal li wê derê ma. Di sala 1976‘a de li Amedê dest bi karê mamostatiyê kir.

Cara pêşîn di sala 1982an de di kovara Dengê Kurdistan de helbestên wî weşiyan. Paşê di rojnameya Fıratta Yaşam de, di navbera salên 2002 û 2003an de, di quncika Dilopên Jiyanê de gelek gotarên wî weşiyan û ji sala 2000an û virde di gelek malper û kovarên kurdî de nivîsên wî weşiyane. Pirtûka wî a pêşîn a helbestan e. Pirtûk di sala 2003an de bi navê Kewê Canê ji weşanxaneya Gun-Hîvron derket. Receb Dildar wekîdin romaneke Seyit Alp wergerand kurdî û pirtûk di sala 2005ê de bi navê Dewran di nav weşanên Dozê de hat çapkirin. Di pêşbaziya çîrokên zarokan a Şaredariya Sûrê de çîroka wî a bi navê Şîno xelata yekemînî girt. Dîsa di pêşbaziya çîrokan a kovara Nûbiharê de çîroka wî a bi navê Veger bû yekemîn. Di 2008an de Weşanxaneya Avestayê çîrokên Receb Dildar bi navê Şikefta Xwekuştinê kir pirtûk û gîhand ber destê xwendevanan.

Wîkîpedî Kurdî