Pall Weşan dê di çarçoveya çalakiyên xwe yên edebî û hunerî da çalakîya ‘Civatên Pallê 4’ li dar bixe.
Bernameya Weşanên Pallê dê ji gotûbêj û konsertekê pêk bê. Di bernameyê da nivîskar Lokman Ayebe dê li ser Konsantrasyon û Afirîneriya Edebî biaxive. Piştî gotûbêjê jî Serhat Yıldırım dê konstertekê bide.
Civatgêrîya bernameya ‘Civatên Pallê 4’ dê Bernas Qerejdaxî bike û bername dê 6ê Tîrmehê, saet 18.15an li Qesra Zerzevanê pêk bê.

Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.