Pakîstanê Wîkîpedîa qedexe kir

Pakîstanê Wîkîpedîa qedexe kir
Pakîstanê Wîkîpedîa qedexe kir
Botan Times

Pakîstanê bi hinceta navarokên “bêhurmetî li nirxên olî” ranekiriye Wikipediaya li tevahiya welêt qedexe kir.

Li gorî nûçeya BBC Turkçeyê, Îdareya Telekomunîkasyona Pakistanê dîyar kiribû ku di ansîklopediya onlinê a belaş Wikipediayayê de, naverokên “heqaret li olî dike heye” û ji bo rakirina wê 48 saet dem dabû.

Telekomunîkasyona Pakîstanê ragihdiye ku malper li gorî ultîmatoma hatî dayîn tevnagere.

Weqfa Wikipediayayê jî anîye ziman ku, qedexe gihîştina Pakistaniyan ji yek ji mezintirîn çavkaniyên agahdarkirinê re sînordar dike.

Hêjayê bibîrxistinê ye beriya niha li Pakistanê Tinder, Facebook û YouTube jî hatibûn qedexekirin.

Pakîstan Komareke Îslamî ye. Nêzîkî 212,2 mîlyon nûfusa wî heye. 5emîn welatê herî qerebalix yê cîhanê ye.

Her wiha di cîhanê de civaka mislimanan ya herî zêde jî li vê welatê ye.