Serokê Giştî yê CHPyê Özgür Özel bernameya xwe ya tebaxê dîyar kir û ew dê 22yê Tebaxê bê Amedê.
Özgür Özel dê li Amedê seredana çend sazî û dezgehan bike ku Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê yek ji wan cihan e.
Li gorî nûçeya Rûdawê, li gorî bernameyê, Özel dê pêşî dê Serokatîya CHPyê ya Amedê zîyaret bike û dê li wê derê dê bi birevebir û endamên partîya xwe re bicive.
Özgür Özel paşê jî dê derbasî Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê bibe û dê bi hevşaredar Sera Bucak û Dogan Hatûn re hevdîtinekê bike.
Di hevdîtinê da ew dê li ser “çareserkirina pirsgirêka Kurd”, “qeyûm”, “aborîya bajêr” û “şaredarîyê” biaxivin.
Serokê CHPyê dê piştî Şaredarîya Amedê bi Parêzgarê Amedê re bicive.
Özel dê bi Parêzgar re jî li ser pirsgirêkên bajêr biaxive.
Özgür Özel dê paşê bi Serokê Platforma Bajarê Amedê Mehmet Kaya re jî re hevdîtinê bike ku di heman demê da Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê ye.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.