Özgür Özel: Dewlet nikare biryarê bide ka pirsgirêka Kurd heye yan na. Kurd bixwe biryarê didin

23/10/2024

Serokê Giştî yê CHPyê berî çend rojan dîyar kiribû ku ew dê li bajarên Bakurê Kurdistanê bigere.

Ew duhî hate Amedê, wî daxuyanî daye çapemenîyê.

Li gorî nûçeya Rûdawê Ozgur Ozel di çarçoveya serdana xwe de, destpêkê bi nûner û endamên sazîyên civaka sivîl ên jinan re taştê xwar û piştre jî daxuyanîyek da.

Ozel axaftinên xwe yên duh ên di civîna koma partîya xwe de bi bîr xist û got:

“Duh min got, ez dewletê teklîfî Kurdan dikim. Ez ji Kurdan re pêşnîyar dikim ku bibin xwedîyê Komara Tirkîyeyê, dewleteke ku tê de wekhevî hebe û xwe tê de bêyî cudahî hîs bikin.”

“Ez bi banga Demîrtaş re me”

Ozel bal kişand ser serdana xwe ya li gel hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş a li Girtîgeha Edîrneyê û got ku ew bi her gotina banga Demîrtaş re ye.

“Hûn li Tirkîyeyê pirsgirêkên 26 milyon Kurdan paşguh dikin”

Ozel li ser banga Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ya derbarê Ocalan de jî wiha got:

“CHP girîngîyê dide her pêngava ku ji bo temamkirina vê pêvajoya aştî û ji bo rêxistina terorê nemîne bê avêtin.

CHP dê rê li ber vê yekê negire. Her wiha kesê ku gotina wî hebe jî bila bibêje.

Lê nebêjin li Tirkîyeyê pirsgirêka Kurd nîne. Hûn pirsgirêkên 26 milyon Kurdên Tirkîyeyê paşguh dikin.

Pirsgirêka Kurd heye û tam jî li vir e.

Dewlet nikare biryarê bide ku pirsgirêka Kurdan heye yan na. Heta Kurd bêjin ‘pirsgirêk heye’ pirsgirêkên Kurdan hene.

Gotina ‘pirsgirêka kesekî nîne’ otorîterîzm e. Pirsgirêk bi axaftina yek kesî li parlamentoyê nayê çareserkirin.”


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Şêxmûs Kurt li Botan Timesê ye!

Weşana paşê

Ömer Öcalan çûye seredana Abdullah Öcalan

Te hay ji vê heye?