Özgür Özel derbarê Wanê da daxuyanîyek da: Dê berdêla wê giran bidin

02/04/2024

Di hilbijartinên herêmî yên 31ê adarê da DEMê Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist lêbelê mazbata nedan namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan û şûna wî dan namzedê AK Partîyê ku ew bûbû duyemîn di hilbijartinê da.

Özgür Özel nerazîbûna xwe ya li hemberî vê yekê anî ziman û got hevrikê wî sê qat deng standine lê didin yê duyemîn.

Özel gotinên Serokkomarê Tirkîyeyê Erdoğan bi bîr tîne û dibêje ku wî gotîye ez dê rêzê li encamên hilbijartinê bigirim lêbelê heke şûna hevrikê xwe yê 3 qet zêde deng stendiye mazbatayê bidin yê duyemîn, dê hemî gotinên wî di avê da biçin.

“Heke gelê Wanê ji zêdetirî 3 qet dengan kesek ji bo şaredariya bajarê mezin hilbijartibe, divê em hemî rêzê bigirin. Ev yek berê li Stenbolê jî kirin. Dê berdêla wê giran bidin. Ez bawer nakim ku tiştekî wiha bikin. Ez wî şiyar dikim. Tenezila tiştekî wiha hemû gotinên wî vala derdixe.”


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman