Operasyona li Amedê : “Ev komployeke hilbijartinê ye!”

25/04/2023
Wêne: Ardıl Batmaz

Di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Amed e polîsan li 21 bajaran bi ser malan da girtin.

Di encama serdegirtinan da rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav da zêdeyî 150 kes hatine desteserkirin.

Serdegirtinên li 21 bajaran li Amedê ji aliyê girseyeke ve hate protestokirin.

Partiya Çepên Kesk bi tevî gelek sîyasetmedar û welatîyan, ji bo kesên hatin desteserkirin li Kolana Hunerê ya Amedê kom bûn.

Girseya ku xwest operasyonê bi meşekê protesto bike, bi astengiya polîsan ra rû bi rû man.

Polîsan destûr neda meşê û di navbera polîs û komê da rageşî derketin.

Piştî demeke tenê ji bo daxuyaniyê destûr hate dayîn.

Hevberdevkê Partiya Çêpên Kesk Îbrahim Akınî li gel astengiya polîsan daxuyanî da û got;

“Hunermend, parêzer, rojnameger, hatine desteserkirin. Em ji vir bang li desthilatdariyê dikin. Ev komployeke hilbijartinê ye. Va em ji we ra dibêjin, em li pêşberî we gotina xwe tînin ziman. Ji gelê me ra soza me heye, em ê we bişînin. Hûn ê di 14ê Gulanê da biçin.”

Îbrahim Akın

Piştî daxuyaniyê polîsan mûdaxaleyî girseyê kir û herî kêm du kes hatin desteserkirin.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

6 Hunermend hatin binçavkirin

Weşana paşê

Sazîyên Kurdî: Ev operasyona qirkirinê jî dê bi tu awayî bi ser nekeve