“Operasyona leşkerî ya bi ser Rojava ne di berjewendiya tu kesî de ye”

“Operasyona leşkerî ya bi ser Rojava ne di berjewendiya tu kesî de ye”
“Operasyona leşkerî ya bi ser Rojava ne di berjewendiya tu kesî de ye”
Botan Times
  • 30 Ocak 2023 08:31

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken dest bi gera xwe ya Rojhilata Navîn kir. 

Blinken der barê gera xwe ya Rojhilata Navîn de pirsên El Arabiye bersivand.

“Hûn piştgiriyê didin êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakurê Sûriyê? Hûn vê nêzîkbûna Tirkan û yên din bi rejîma Esad re çawa dibînin?” Li ser pirsê, Antony Blinken bersiva:

Antony Blinken

Derbarê Bakurê Sûriyê de me bang li her kesî kir ku avê aram bikin. Operasyona leşkerî ya bi ser Rojava de  ne di berjewendiya tu kesî de ye.

“Belê berjewendiyên Tirkiyeyê yên ewlehiyê yên rewa hene. Ti îtîrazê vê yekê nîn e. Lê ez difikirim ku bêyî destwerdana leşkerî çareserîyke dikare bê dîtin.

Antony Blinken

Li ser hevdîtinên Tirkiyeyê bi rejîma Esad re jî Blînken got” Dema mijar dibe rejîma Esad, binêrin em pir zelal in. Em pîştgirî nadin hevditinê Tirkiyê ya bi Esad re.”