Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Omicron: Varyanta nû ya Covîd-19ê

30/11/2021

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vîrusa koronayê B.1.1.529, ku cara ewil li Afrîkaya Başûr hat tesbîtkirin, xist kategoriya guhertoyên tirsdêr û navê 15emîn tîpa alfabeya Yewnanî Omicron lê kiriye. Guhertoya Omicronê.

(WHO) Rêxistinê ragihandiye ku li gor tespîtên ewil mirovên jixwe bi Covidê ketine dîsa dikarin bi vê guhertoyê jî bikevin, ev potansîyela vê guhertoyê heye. Herweha gotine ku dibe çend hefte bidome heta ku taybetmendîyên vê guhertoyê fam bikin û tespît bikin.

Yekem weqa li Ewropayê li Belçîkayê hatiye dîtin, herweha du bûyer jî li Îngilîstanê hatine dîtin.
Îsraîlê ji ber guhertoya Omicronê 14 rojan sînorên xwe ji biyaniyan re girtiye. Almanya û Komara Çekyayê ragihandine ku wan her yekê weqayek tespît kirine ku gumana wan guhertoya Omicronê ye. Hatiye diyarkirin ku weqaya ewil a li li Almanyayê hatî tespîtkirin ji Afrîkaya Başûr, weqaya li Çekyayê jî ji Namîbyayê ye hatiye.

Gelek welatan, ku di nav de di nav de Tirkîye jî heye, Brîtanya, Yekîtîya Ewropayê, Awustralya, Kanada û Emrîkayê, rêwîtiya ji Afrîkaya Başûr û hin cîranên wê qedexe an sînordar kirine.

Şîrketên BioNTech û Modernayê ragihandine ku wan dest bi lêkolîna bandora derziyên xwe yên heyî li ser guhertoya nû kirine. Her weha Modernayê ragihandiye ku ew ê li ser dozeka nû ji Omicronê bixebitin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Biden banga rakirina patentan li ser derziyên Covid-19ê kiriye, “Nûçeyên di derbarê vê guhertoya nû de ji her demê zelaltir nîşan dide ku pandemî dê bi dawî nebe heya ku em negihîjin vakslêdana gerdûnî.”

Daxuyaniya WHOyê bandor li bazarên borsayê yên li çaraliyê cîhanê kiriye, ji ber ku 26ê Mijdarê danê êvarê, êvara Îniyê, îndeksa FTSE 100 li Brîtanyayê ji sedî 3,6 winda kiriye. Ev xisareka bi qasî 72 milyar lîre ye. FTSE 100 ji rojên destpêkê yên pandemiyê di rojekê de ew qas winda nekiriye.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê endeksa Dow Jones ji sedî 2,5 daketiye, Nasdaq jî ji sedî 2,2 kêm bûye.
Midûrê Navenda Lêkolînên Vîrusa Gerdûnî ya Zanîngeha Nottinghamê Prof. Jonathan Ball gotiye, “Hê hewce nake ku em zêde bertekê nîşan bidin. Lê heya ku em taybetmendiyên vê vîrusê fam bikin divê em baldar bin.”

Piraniya bûyerên ku heya nuha hatine tespît kirin hîn jî li herêmek Afrîkaya Başûr têne berhev kirin. Lê di heman demê de hin îşaret jî hene ku dibe ku varyant bi rastî berfirehtir belav bibe.

Li Îsraîl, Botswana, Belçîka û Hong Kongê jî weqa hatine tespîtkirin.

Di derbarê guhertoya Omicron de çi tê zanîn?

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ev varyant jî wek yên berê (Alpha, Beta, Delta) bi tîpeke ji alfabeya Yewnanî nav kir: Omicron, wek ”omîkron” tê xwendin.

Agahdariya herî girîng a di derbarê variant de ev e ku ew ji pirr mutasyonan derbas bûye.

Çavkanî: BBC

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan