Omer Faruk Baran :” Tesîra sînoran li ser min çêbûye.”

  • 26/02/2022
Omer Faruk Baran :” Tesîra sînoran li ser min çêbûye.”
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

26/02/2022

Omer Faruk Baran mêhvanê bernameya Hunermendê ya Botan Timesê bû. Di vê bernameyê de Hunermendên kurd behsa xwe û hunera xwe dikin.

Omer Faruk Baran, derhênerê fîlma Tercûmeyê ye ku ji sersalê û heta niha bi dehan xelat standine ji festîvalan. Omer Faruk Baran xwe rojnameger e lê wî gelek tişt û meşxele ceribandine.

Îsal jî wî xwe li derhênerîyê qewimand û niha fîlma wî bi dehan xelat standine. Dema me ev bername çêkir Tercûmeyê xwe 4 xelat hebûn lê niha em nizanin çend in. Omer Faruk Baran bû mêhvanê bernameya Hunermendê û behsa kar û barên xwe û fîlma xwe kir ji me re. Pêşkêşkarîya vê beşê ji teref Mirad Bayramî re hatiye kirin.

Dewama hevpeyvînê di vîdeoyê de ye:

%d