Odeya Doktoran a Amedê xelata ‘Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ da Dayîkên Şemiyê

Ji
05/03/2024

Odeya Doktoran a Amedê, aşkere kir ku wan îsal xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” daye Dayikên/Mirovên Şemiyê.

Odeya Doktoran a Amedê, têkildarî xelata “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ya ku ji sala 1996an ve dide, li avahiya odeyê civîna çapemeniyê li dar xist.

Endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Doktorên Diranan, Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirkan (TMMOB) û Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) beşdarî daxuyaniyê bûn. Seroka Odeya Doktoran a Amedê Elîf Turan di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku xelata DTOyê ya “Aştî, Dostanî û Demokrasiyê” ya îsal dane Dayikên/Mirovêb Şemiyê.

Turanê destnîşan kir ku em di serdemeke ku li herêmê polîtîkayên neaştiyane berdewam dikin re derbas dibin û got, “Bi deh hezaran kesên ku daxwaza aştiyê dikin û ji bo mafên xwe têdikoşin û hatin girtin, pêkanînên qeyûman bi tinehesibandina vîna gel dewam dikin. Çapemenî di bin zext û sansureke giran de ye, ti kes xwe di warê hiqûqî de biewle nabîne. Her weha pêkanînên antî demokratîk her ku diçe zêde dibe û didome. Mixabin em di qonaxeke serasayî ya weha de dijîn ku di dîrokê de qonexeke bi vî rengî nebûye.

Xelata Dayîkên Şemiyê

Tûranê axaftina xwe wiha berdewam kir û got Dayîkên Şemiyê bi îradeyeke mezin, tevî astengiyên keyfî û derqanûnî jî dev ji hêviyên xwe yên edaletê bernedan û aqûbeta xizmên xwe pirsin. Ji 27ê Gulana 1995an û vir ve her roja Şemiyê li Qada Galatasarayê bi awayekî aştiyane çalakiyan li dar dixin. Ji ber vê yêkê biryar hat dayîn ku wê xelata îsal bidin Dayîkên Şemiyê.

 Tûranê diyar kir ku merasîma xelatdayînê dê 9ê Adarê roja Şemiyê saet di 14.00an de li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê bê lidarxistin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


bianet

Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya bianet û Botan Timesê de hatine weşandin.

Te ev dîtıne?

Çekdarên Sûrîyeyê bajarê Hamayê vegirtiye – NY Times

Li Sûrîyeyê, çekdarên opozisyonê bajarê Hamayê vegirtiye û hêzên hikûmetê jî ji

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Pirtûka Herodotos cara yekem bi Kurmancî hatiye weşandin

Pirtûka dîrokî ya Herodotos, ku berî 2500 salan hatiye nivîsandin, cara yekem