NY: Ji sedî 20ê hilberîna çandinîyê ya Tirkîyeyê zerer dîtîye

02/04/2023

Netewên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber erdhêjên di 6ê Sibatê da pêk hatîn ji sedî 20ê hilberîna çandiniyê ya Tirkiyeyê zerer girtiye.

Li gorî Rêxistina Xurek û Çandinîyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) erdhêj ziyaneke mezin gihandiye çandiniyê.

Rêxistin dîyar dike ku li herêma erdhêjê sewalkarî, masîgirtin, çandinîya avî û binesaziya gundewarî zerer dîtine.

FAO dîyar dike ku erdhêjê bandor li 15 mîlyon mîrovan kiriye.

Li gor FAOyê, zêdetirî sêyeka nifûsa li herêma erdhêjê jîyana wan bi çandiniyê ve girêdayî ne.

Her wiha hat gotin ku maliyeta erdhejan ya li Tirkiyeyê 103 milyar dolar e.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Serokwezîra herî ciwan a cîhanê wê bikaribe kursîya xwe biparêze?

Weşana paşê

Li Bodrumê bi kêr û hêsinan êrîşî karkerên Kurd kirine

Te hay ji vê heye?

Partîyên Kurdistanî: Hebûna gelê kurd nas bikin!

Partîyên Kurdistanî di 100 salîya Peymana

Angelina Jolie dê dawî li karê xwe yê li Neteweyên Yekbûyî bîne

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Angelina