Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Nuri Bilge Ceylan û Stereotîpîka Karmendên Tirk

04/10/2023

Polîtîkbûna fîlmê ne tenê bi karakterên xwe yên polîtîk, ne jî ji nêrîna Kemalîzmeke rijî dermale dibe ya ku di nêrîna mamosteyê tirk Samet de cih digire. Rasterast ji honandineke serkeftî ya stereotîpa karmendên tirk ên dewletê tê.

***

Fîlma Nuri Bilge Ceylan Kuru Otlar Üstüne (Li Ser Giyayên Hişk, 2023) li Qereyaziya Erziromê, di nav kurdan de hatiye teswîrkirin. Her çiqas bi mijar û temayên esas û bingehîn yên Nuri Bilge Ceylan yên wekî bêwatebûna jiyanê, qedera ku her tim ji mirov re dibe qeyd û bend, çûyîn û mayîn, nebaşiya mayînde ya di ruhê mirovan da, trajediya rojane -ku pisporê wî Çehov ev yek kiriye xîmê edebiyata xwe- hatibe pêçan jî, damareke polîtîk ya fîlm jî heye. Meselaya kurdan geh bi karakterên kurd Nuray (Merve Dizdar), Kenan (Musab Ekici), Feyyaz (Münir Can Cindoruk)  geh bi hin navên sembolîk (Delîla) ketine nava fîlmê.  Bi min ev fîlm bi van nimûneyên eşkere wêdatir bi awayekî veşartî bi rêya karakterê rasteqîn yê mamoste Samet (Deniz Celiloğlu) dikare bi awayekî polîtîk were şîrovekirin.   

Polîtîkbûna fîlmê ne tenê bi karakterên xwe yên polîtîk, ne jî ji nêrîna Kemalîzmeke rijî dermale dibe ya ku di nêrîna mamosteyê tirk Samet de cih digire. Rasterast ji honandineke serkeftî ya stereotîpa karmendên tirk ên dewletê tê. Samet mamosteyê nîgarkêşiyê û li gel gelek taybetmendiyên xwe yên dijkarakteriyê, bi çavê Kemalîzmeke pozîtîvîst li erdnîgariya kurdan dinêre. Bi ya wî ev der dûrî şaristaniyê ye, niştecih jî nezan û cahil in. Ew jî ji bo van niştecihan ronî bikin hatine vê derê.  Ev yek tê bilêvkirin, lê giranî û angaşta vê vegotina serdest a bi salan dîsa di şexsê Samet de têk çûye. Helwesta ronîkirina ji cahiliyê çûye û tespîta paşverûtiyê maye; romantîzma “gundek heye li wê derê, dûr, em lê negerin û nebînin jî, ew gund her gundê me ye[*] qerisiye, lê gund hê li wir e. Yanî angaşta başî û şaristaniyê ya îdeolojiya Kemalîzmê li pey xwe tenê curufa xwe hiştiye. Lewre Samet ne ew kes e ser hemdê xwe, bi azwerî, bi dilxwazî ji bo armancên îdealîst hewl dide ku her deverê ‘welatê xwe’ bike pariyeke ji şaristaniya muassir.

Ne ji bo xwe, ne ji bo kurdan ev yek nikare bibe armanc an îdeal jê re. Samet mirovekî takakes, ezezî, bê xem e, li perava narsîzmeke girtî dijî.  Îdealîzma ku Komara Tirkiyeyê li ser ava bûye wek li ser pişta mirovekî ku êşên ontolojîk dikişîne nebûye bar, lê qirêjiya vî zimanî hê li ser devê wî ye. Samet bi awayekî naşibe gelek tirkan, li gel xortê ku navê wî Feyyaz e û dixwaze here serê çiyayan hevaltiyê dike û bi Kenanê elewî re hevaltiya malê dike. Lê ne çîroka hevalê xwe, ne ya bavê Feyyazê ku ji teref dewletê ve hatiye bêserşûnkirin, ne jî ya xwendekarên xwe meraq dike. Esildanî ne kurd bûn ne tirkbûn xema wî ye, lewre Samet karakterekî dûrî van yekan e. Jixwe, ji jiyanê bêhevî ye, bê armanc, bêdil e wek giyayên hişk yên bi salan di bin berfê de mayî bêfeyde ye. Dîsa li gel gelek sedeman ew nikare ji stereotîpa mamoste an karmandekî tirk û li Kurdistanê xilas bibe.

Baş e, ji bo çi yan jî çi ye ev sterotîp?

Bi salan e ez wekî mamosteyekî dewletê fermî dişixulim. Di vê qonaxê de min bi sedan mamosteyên tirk nas kirin. Gelek danûstandinên me çêbûn. Di serê me de hêmayeke wan çêbûye. Ev hêma ez bawer im ne tenê ji bo min, herwiha ji bo gelek kurdan derbasdar e.

Ez dikarim bibêjim ku ev mamosteyên tirk ên ku ji bajarên cûda hatibûn, tevî hindek cûdahiyên piçûk yên şexsî jî, kêm zêde bi nêrîn û tevgerên xwe yên li hember kurdan/yên din (others) xwediyê gelek taybetiyên hevpar bûn. Tişta herî hevpar jî, ne nêrîn an vegotina wan a ku bermayê perwerdehiya dîroka xwe ya fermî, ji vê yekê wêdatir bêmeraqiya wan a li hember kurdan bû. Gelek ji wan gava dihatin, ji terefê kurdên niştecih ve li ser qewlê mazûvaniyeke dewlemend dihatin qebûlkirin. Bi zimanekî kubar bi awayekî modern têkilî bi hevalan re datanîn.  Di vê pêvajo û qonaxê de hevalên kurd di gelek waran de ji wan re dibûn alîkar, girtina xaniyan, kirrîna alavan, çareserkirina hin pirsgirêkên rojane hwd. Pir caran ev mazûvaniya ji hedê xwe derketî ya hin kurdan hatiye rexnekirin. Tê de nimûneyên bindestiyê pir in. Digel vê yekê qasî ku ev karmend li Kurdistanê diman zêde nediketin nav meseleyên hessas (polîtîk). Ev reva ji meselên polîtîk ne ji ber hessiyeta kurdan bû; ji ber ya tirkan bû. Ev cûre karmend bi çavekî hatin-çûnê li Kurdistanê dinêrin, yanî wek rawestgeheka mecbûrî, wek otogarekê didîtin bajarên kurdan. Loma tu têkiliyên xurt û esehî bi kurdan re nedatanîn. Sembola herî aşkera ya wan ya tirkbûnê, tunebûna meraqeke wan ya esasî bû. Yanî tu carî xwedî meraq nebûn li hember dîrok û ziman, êş û azar, xem û xeyalên kurdan. Di nav peymana nezanînê de, di vê himbêza nerm û xweşik de dijiyan. Ji bilî tiştekî fêr bin da ku bi bihîstinê re an agahdarbûnê re xwe di nav berpirsyariyeke etîk de bibînin, di nav cahiltiyeke seqem de dema xwe diborandin. Gava tayîna wan derdiket diçûn jî, lê li yên mayî nedigeriyan û her tişt diavêtin aşê jibîrkirinê. Stereotîpa ku em behs dikin kêm zêde ev e.

Samet li gel taybetmendiyên xwe yên dijkarakteriyê, sarbûna ji dinyayê, dûrbûna hezê yan lênegerîna armacekê bo jiyanê ji ber vê bêmeraqiya xwe dikeve nav lepên stereotîpa ku em behs dikin. Wek li jor hate gotin, ne çîroka Feyyazî meraq dike, ne çîroka navê Delîlayê (bi berfirehî dîroka kurdan). Di sohbetekê alkolê da ya ku behsa kuştin an bêserşûnkirina bavê Feyyazî tê kirin, bi tenê meseleya bilêta piyangoyê jê re dibe meraq. Lê dîsa jî nikare xwe ji nava lepên vê stereotîpê xilas bike. Ew mirovekî polîtîk e, lê bêsiyaset e. Fîlm jî, bêyî terefekê bigire û alîgiriyeke eşkere bike mamoste Samet bi aweyekî rasteqîn honandiye. Ev yek jî dike ku fîlmê qismen bikişîne nava çarçoveyeke polîtîk û meseleyên sîyasî.

Dibe ku gelek temaşevanên kurd bêjin çima qet kurdî nehatiye axaftin yan qene be dengekî kurdî li ber guhan ketibûya. Ez vê yekê ne wek kêmasiyekê, lê wek maqûliyekê dibînim. Di gelek fîlmên tirkan de kurdî wek rengekî etnîk ji doz û konteksa xwe qutkirî li ber guhê mirovan dikeve, di dewsa aferînekê yan jî sermizdanekê digire. Ev yek wan fîlman erzan dike bawer im, Nuri Bilge Ceylan nexwestiye erzaniyeke wiha bike.

Polîtîkbûna fîlmê ava xwe ji kaniyeke din jî vedixwe. Ev fîlm bi awayekî sehayeke rasthatinê ye jî. Rasthatina mezin (Samet) û biçûk (Sevinç), çûyîn (Feyyaz) û mayîn (Nuray), daxwaz û bedbînî û tirk û kurd.

Samet carekê li hember xwendakara xwe Sevimê dibêje “Xwezî min di çavên wê de xwe bidîtiya.” Ev gotina wî gotineke giring e lewre Samet kêm tiştî dixwaze ji jiyanê. Baş e, Samet dikare xwe di çavên Sevimê de bibîne, ew mekanîzma li cem wî yan yên wek wî heye?  Samet, xwe di çavê Sevimê de nabîne, Sevim keçeke kurd e. Lê bi salan e Sevim û kurd xwe di çavên tirkan de seyr dikin û di wir de dibînin.

Tirkbûn hemwext wek awêneyekê ye ku ji qumaşê modernîzmê, ji xeyalên dûr, ji arezûyên kûr hatiye çêkirin û bi darê zorê li ber kurdan hatiye danîn. Em her û her xwe di wê awêneyê de dibînin, hem hêza empatiya me hem jî newekxwebûna me ji vir tê qismen. Lê ev yek di fîlmê de ji bo Samet ne pêkan e. Di navberê de ziman heye, çand heye. Ev ziman û ev çand jî pir dûrî hev in.  Bi min derhêner tiştekî reşbîn, lê heqîqî ava kiriye, lewre naskirana mirovan zehmet e. Fêmkirin û qebûlkirina yekî din zehmet e eger ku ziman û çand ne yek bin, di ser de jî yek ji van zimanan qedexe be.  

Li gor felsefaya zimanî mirov di nav ziman de dijî û ziman ji bo me hem îmkan hem ji zindan e. Ziman jiberxwe xwediyê gelek kêmasî û qusuran e. Loma sedî sed ji hev fêmkirin ne pêkan e. Di ser de zimanê mirov hatibe qedexekirin wê demê ev rewşa biqusur tê peyitandin. Loma mirov dikare bibêje Kurd di awêneya yekî din de (tirk) du carî bêziman in. Loma Sevim li hember mamoste pir kêm dipeyive. Serdest jî hewl nadin an naxwazin li awêneya bindestan binêrin. Wek Samet ku naxwaze çîrokên êş û zilmê yên li ser kurdan bizane. Her wekî ku di fîlmê de jî tê nîşandan, serdest bi salan e bi rêya dibistan, dîrok, bi zordestiyê awêneya xwe li nava mala kurdan danîne. Ev yek derveyî niyeta fîlmê, fîlmê dixe nav atmosfereke zêde polîtîk.

Têbînî:

[*] “Orda bir köy var, uzakta / O köy bizim köyümüzdür. Gezmesek de, gitmesek de / O köy bizim köyümüzdür.” Ev çarîneyek e ji helbesteka şairê tirk Ahmet Kutsi Tecer. Ev helbest wekî stran li mektebên tirkan li zarokên kurdan wekî stran didan gotin ku, qesta wê ji gundan gundên Kurdistanê ne ku mirov dikare di konteksteke kolonyalîzma tirkan da behsê bike.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina
people looking at laptop computer

Di perwerdeyê de bandora zimanê dayikê li ser zarokan

Muhammed Nurullah Kiliç nivîsîye Di destpêkê de da ku mijar û armanc

Google-a ku medyaya Tirkî ya serbixwe asteng kiriye medyaya Kurdî qet nas nake!

— 12ê Adarê hin xebatkarên Gazete Duvarê wek hemî rojan çûn odeya