Nurcan Degîrmencî: Strana “Nazikê” dengekê ji nava rûh û canê min e!

01/02/2023

Nurcan Degirmencîyê albûmeka maxi single derêxist. Klîba strana “nazikê” ji beriya sê rojan li YouTubeyê hat weşandin.

Klîba Nurcan Degirmencîyê

Nurcan Degirmencîyê ji Botan Timesê re li ser strana nazikêyê got:

Dema ez stranên bi şêweyê Koma Wetan û Ciwan Hacoyî dibêjim ez hîs dikim deng ji nava rûh û canê min tê. Ez bi hemî hebûna xwe stranê hîs dikim.

Min stran bi du şêweyan got hem akûstîk hem jî rock. Ya akûstîk gelekê bi dilê min bû lê guhdaran zêdetir ji strana bi şêweyê rockê hez kir.

Nurcan Degirmencî

Hin guhdar dîyar dikin ku ew gelekê keyfxweş in, ji ber dibînin stranbêjeka jin stranên bi şêweyê rocka kurdî dibêje.

Ji aliyekê ve jî hinek dibêjin ‘rock û kurdî li hev nayên.’

Nuracan Degirmencî

Bihara konseran

Degirmencîyê diyar kir ku ew plan dike di demsala Biharê de dest bi konseran bike, li bajaran bigere û di konseran de bistire.

Kûnyaye klîbê

Stran û mûzîk: Ciwan Haco

Derhêner: Kerem Pola Gotin

Aranje/Arrangament : Alpaslan Türer


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Murat Bayram

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Weşana berê

‘Ew kesên Quranê dişewitînin ehmaq in’

Weşana paşê

Ji bo guherîna siberoja xwe, divê em şêweyê xwe yê hînkirina dîrokê yê ji bo zarokan biguherînin