Nûçegîhan Muharrem Sarıkaya di weşana zindî de şimaq li teknîsyenê dengî da

Nûçegîhan Muharrem Sarıkaya di weşana zindî de şimaq li teknîsyenê dengî da
Nûçegîhan Muharrem Sarıkaya di weşana zindî de şimaq li teknîsyenê dengî da
Vahdet Uçar
  • 19 Aralık 2021 20:45

Muharrem Sarıkayayê nûçegîhanê Haberturkê di weşana zindî de şimaq li teknîsyenê dengî da. Di dîmenan de hat dîtin ku Sarıkaya di dema hevpeyvîna zindî ya bi Fatma Şahînê re li teknîsyenê dengî da û xwe bi xebatkaran re aciz dikir. Ev dîmen li ser medyaya civakî gelek caran hate parvekirin û bikarhêneran bertekeka mezin nîşan da.

Li gor nûçeya BBC Türkçeyê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkîyeyê piştî vîdeo li ser medyaya civakî belav bû daxuyaniyek da û got, “Em çalakiya hovane ya rojnameger Muharrem Sarikaya ya li hemberî Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Îhlasê ya Gazîentabê, Ahmet Demîr şermezar dikin. Em li bendê ne ku Sarikaya ji hevkarê xwe lêborînê bixwaze.”

Sendîkayê di berdewama daxuyaniya xwe de gotiye, “Em li rex hevkarê xwe Ahmet Demîr, nûçegihanê ÎHAyê, in, li gel wî ne. Eger bixwaze dozê veke, em ê jî arîkarîya hiqûqî bidin wî. Em dê vê sîstema ku nûçegîhan û xebatkarên li pişt kamerayê diçepisîne biguherînin êdî.”

Lêbelê hat dîtin ku gelek bikarhênerên twîtterê gotine xwestina lêborînê têrî nake û divê Sarikayayî ji kar bê derxistin û dûrxistin.

Fatma Şahîn jî dûre li ser dîmenan bertek nîşan da, li ser Twitterê daxuyanî da:

“Di dema weşana zindî ya Habertürk TVyê de berteka Muharrem Sarıkaya gelek şaş bû, wek ku wî bi xwe jî gotî. Em di navbera xwe de jî axivîn û min fikrên xwe anîn ziman. Çawa ku Sarikayayî jî di parvekirina xwe de nivîsîye wî paşê ji hevalê me Ahmet Demîrî lêborîna xwe xwest.”


Nûçegihanê ÎHBê Ahmet Demîr ji Rojnameya Cumhuriyetê bi Denîz Ogan re axivîye û li ser tiştên ku di weşanê de qewimîn wiha gotiye.

“Tevî ku ev ne karê min e jî min xwest arîkarîyê bikim, min telefona xwe bir, lê ew wiha tevgerîya. Ji bo min rewşeka zehmet bû ku min nekarî tiştekî bikim, ku mirovên li hemberî min nekarîn tiştekî bikin.”

Demîrî, anî ziman ku Sarıkaya lêborîn xwestiye û wiha dewam kir:

Hewl da ku lêborînê ji min bixwaze. Rêvebirê min bi israr xwest ku ez lêborînê qebûl bikim û min jî ji ber hurmeta temenê wî qebûl kir, lê ez bi parêzerê xwe re axivîm. Ji ber ku ev heqaret e li min hatiye kirin ez ê pêvajoya hiqûqî bidim destpêkirin. Ez ê roja sêşemê dozê vekim.”