SERTAÇ KAYAR*

REUTERS

*Sertaç Kayar, sala 2006ê dest bi karê rojnamegerîyê kiriye. Ji bo REUTERSê wênegirîyê dike. Ji Yekîtîya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî xelata “rojnamegerê salê” standiye. Xwediyê Xelata Rojnamegerîyê ya Metin Goktepeyî ye. Endamê Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî û Yekîtîya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî ye.

Nûçegîhanîya wêneyan li ser esasa parvekirina rastîye derketîye holê û her ku roj diçe pêş dikeve. Ji ber vê pêşketinê ev kar roj bi roj berbelavtir, girîngtir û pêwisttir dibe. Heger çiqas zêdetir weke karekî teknîkî tê dîtin jî di bingeha vî karî de mijara herî girîng wêneyekî mayînde ye. Ji bo wêneyekî mayînde jî naverok û kompozisyon xalên girîng in. Wêne demeke dirêj di hişê mirovî de dimîne. Di buyerên ku li cîhanê diqewimin de herî zede kêlîya ku bi wêneyan tê nîşandan di hişê mirov de dimîne û her bûyer bi wêneyekî di hişê mirov de dimîne. Bo nimûne Hîroşîma, Helepçe û wêneyê Alan Kurdî jî yek ji wan e.

Naveroka nûçegîhanîya wêneyan dem, cîh û mirov in. Di wênayan de ev her sê tişt weke kompozîsyonekê derdikevin holê. Her welatek, bajarek, navçeyek, gundek, dem û mirovek xwedî taybetmendîyeke cuda ne. Ji ber wê divê nûçegîhanê wêneyan wan taybetmendîyan bizanibe û li gorî wê tevbigere. Ji ber wê lêkolîn jî girîng e. Her çawa nûçegîhan/wênegir hazirîya teknîkî dike, pêwist e ku amadekarîyeka lêkolînê jî bike. Hewce ye ku berî biçe qadê li ser bûyer, mijar, paşxane û pêşxaneya bûyerê jî lêkolînê bike û biçe. Ev yek dê karê wan dewlemendtir bike. Dema wiha nêzî mijarê bibe berîya ku biçe qadê dikare di serî de plansazîya wêneyê ku wê bigire di hişê xwe de bike. Divê gava ku diçe qadê jî hewl bide ku kompozisyona xwe bi nêrîneka cûda temam û xurttir bike.

Nûçegihanek/wênegirek berî ku biçe qadê divê hemû amadehîyên xwe yên teknîkî bike lewra karê tê kirin bêyî van amadehîyên teknîkî û amûran ne pêkan e ku bê kirin. Divê wênegir bikaribe bi kompozisyon, naverok, perspektîfeka cûda li bûyerê binêre, bibîne. Gava bikaribe wê pêk bîne wî wextî dikare berhemeka serkeftî derbixe holê. Û divê bizanibe kengî ji perspektîfeka teng, kengî ji perspektîfeka fireh li bûyerê binêre.

Serkeftîbûna wêne ji sedî sed ne girêdayî teknîk û amûrên ku tên bikaranîn e. Ji bo serkeftîbûna wêneyekî bikaranîna van pîvanan şaş e. Lewra tişta girîngiyê dide wêneyî ne qelîteya amûran e, dîmen û hestên di wêneyê de xwe didin nişandan. Ger wêneyek bikaribe bibe derbasbûna hestên di wêneyî de wê gavê ew wêne dikare wek wêneyekî serkeftî bê hesibandin. Yek wêne dikare bandora xwe li ser hemû cîhanê bike û di bîra mirovan de cî bigire. Gava wêneyekî ev yek pêk anî mirov dikare bibêje ev wêne jî wêneyekî serkeftî ye.

Bi pêşketina teknolojîyê êdi di medyaya dîjîtal de bi milyonan wêne tên parvekirin. Ji bo ku mirov di nava vê tevlîhevîye de winda nebe divê cudabûna xwe derbixe holê. Ev cudabûn jî bi nêrîneke têr û xurt û bi çaveke cuda pêk tê. Ji bo wêneyan her çav dewlemendîyek e. Divê haya mirovî ji vê dewlemendîyê hebe û nêrina xwe ya cuda bi wêneyan nişan bide.

Nûçegîhanên wêneyan divê mijarê ji hemû alîyan ve bigirin û li gorî rastîya mijarê tevbigerin. Ev yek berpirsîyarîyeke mezin e. Divê li gorî vê berpirsîyarîyê tevbigere û vê yekê bike bingeha karê xwe.