Notên Hefteyê: Zanîn û Bawerî

16/12/2024

I. Perde

Her tişt li pişt perdeyê ye. Di serî da heqîqet û rastî! Şikir ku her kes pişt perdeyê nabîne. Jixwe haya hin kesan ji perdeyê tuneye. Û hinek jî perde bi xwe ne, lê ne çav heye ne guh!

II. Zanîn û Bawerî

Nivîskarê tirk İhsan Oktay Anar di roportajeka li kolanê ji bo pirsa “Ma bawerîya te bi teorîya werar (evolution) heye” wekî bersiv digot “Tercîha min ne bawerî ye, lê zanîn e!” Wan gotinên wî, ew dafika qedîm anî bîra min: Zêde venekole, bêyî zanîn jî bawerî dibe! Helbet bawerîya îlahî tiştekî cuda ye. Lê gelek kes, bêyî zanîn didin dûv kesan, îdeolojîyan, partîyan û pûtan. Gotinên wan wekî gotinên xwe dibînin, fikrên wan wekî fikra xwe û xeletîyên wan jî wekî rastîyên xwe û têkçûnên wan jî wekî serkeftinên xwe!

III. Em çima dixwînin û fûar!

Rexnegirê edebîyatê yê Amerîkî Harold Bloom di “Pêşgotin”a pirtûka xwa da ya bi navê “Divê Em Çawa û Çima Bixwînin (How to Read and Why)” dibêje “Xwendin êdî ji jîyana me dûr dikeve û wisa jî takekes bi xwe jî belavela dibe.” Gotineka têra xwe reşbîn e ji bo me xwîneran, lê bêtir bo nivîskar û weşangeran. Ji ber ku dîsa li gor Bloomî “Ji bo wan kesên ku dixwazin biryar û fikrên xwe ava bikin, xwendin cihekî giring digire.” Vêca li ber ronîya van gotinên Bloomî werin em mihasebeya 8. Fûara Pirtûkan a Amadê bikin ku  – biçûk û mezin – ji sihî zêdetir weşanxaneyên kurdî jî beşdar bûbûn. Em çima pirtûkan (ên bi kurdî) dikirin û em bi wan çi dikin!

IV. Veşartin

Nizanim min ji ku xwendibû yan jî bihîstibû, lê derûnnasekî digot piranîya nexweşîyên derûnî ji hewla veşartinê derdikevin. Veşartina trawmayê, ya kêmasîyê, ya neşîyanê û ya hezkirin û heznekirinê û hej wêdetir. Ez nabêjim em her tiştî eyan bikin, helbet dê raz û sozên me veşartî bimînin. Lê ya her kes dizane bila nebe bar bo me. Em çi bin ew e, me çi hebe ew e! 

V. Pep, pepûk!

Serkeftin û serfirazî toqeka le’netê ye li ser milên hinekan, bêtir jî gava hejmara yên li serkeftinê digerin zêde be. Pep Guardiola yê ku eve panzdeh bist sal in bi dorê li tîmên fûtbolê yên Barcelona, Bayern Munih û Manchester City gelek kûpa bi dest xistine û felsefeya lîstinê veguherandîye, van rojan di nav lepên têkçûnê da digevize. Hem li Premier League a Ingilîstanê hem jî li Lîga Şampîyonan a UEFA’yê her maçek jê ra wekî xewnereşkekê ye ku bi ser da tê. Haya wî ji xwe heye, lewma dibêje “Eve sezoneka êşê ye” [1]. Rast e jî, lê ma bê êş serkeftin dibe, yan jî têkçûn!

VI. Cewher an jî xwexwerî

Çîroknûsê tirk Saît Faîk Abasıyanık di çîrokeka xwe da (Ber bi Îzmîrê) dibêje ku “Êdî jin pîr nabin, ew kirêt dibin.” Bi min jin jî mêr jî gava “pîrbûn” û “pîratîyê” qebûl nekin, aha wê çaxê kirêt dibin. Ya ku van gotinan bi min dide kirin fîlmê Cewher (The Substance- 2024) e. Fîlm bi vê mottoyê derketîye “Gelo we qet fikra guhertoyeka xwe ya baştir kiribû?” Xanimeka navsere ya navdara şaşeyên televizyon û sînemayê, ji bazara qaçax madeyekî (cewherekê) peyda dike û piştî bikaranîna wê, jineka nêzî 40 salan jê ciwantir û 40 caran delaltir jê sadir dibe. Yeka ku dê dawîya wê (xwe) bîne. Divê ya ciwan her heft rojan carekê dîsa bikeve dilqê ya pîr û ew çerx her berdewam be. Lê helbet ewa ciwan wisa nake û her ji ya pîr dixwe heya ku wê – anku xwe –  bi dawî tîne. Vêca ev fîlma şokker ew berhema klasîka a Oscar Wilde îna bîra min: Wêneyê Dorian Gray (The Picture of Dorian Gray – 1891). Ew trajedîya hedonîstîk. Dorian Gray wêneyekî xwe çêdike û ruhê difiroşe şeytanî ku li şûna wî, wêneyê wî pîr bibe û helbet trajedî dest pê dike. Em vegerin ser fîlmî, Cehwer ji serî heta binî çîrokek hedonîstîk e û rexneyek e li ser qedr û qîmetê delalîyê. Delalîya şaşeyan, ya ku standardên wisa ferz dike li ser her kesê ku her kes ji xwe nerazî be. Û ji bo ku ji xwe razî bibe jî her ji bedenê xwe û mejîyê xwe bixwe.

VII. Bêbelgî

Bihar bi kulîlkan, payîz bi belgan, havîn bi her duyan û zivistan bê hemûyan! Belgên derengmayî jî diwerin û dar rût in êdî. Ew ên ku êdî li ber sermayê ne ferqa wan ji hev nabe.

Têbînî

[1] A season to suffer!

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Hesenê Metê, Labîrenta Cinan û Edebîyata Mieliman

Ger xwendina kitêbekê derîyekî veke, xwendina çend kitêban çend derîyan bi hev

Ciwanmerd Kulek: Bîranînên min ji ku bin, çîrok û romanên min jî ji wir in

Pall Weşanê diyar kir ku dê sibata 2025an romana nû ya Ciwanmerd

Siberoja Kurdên Rojava ber bi ku ve diçe?

*Wêne: Delil Souleiman, AFP. Di 8ê Kanûna Paşîn a 2024an de li