I. Dê li te vegerim!
Em di serdema ragihandinê da ne. Lê ragihandina me her diçe kêmtir dibe. Mijûlî û her mijûlî. Hinekê jî dilsarîya ji rûtînê. Di kesûnasên (contacts) me da bi sedan kes hene, lê têkilîya me herî zêde bi pênc yan deh kesan ra heye. Û hinek jî hene ku em li benda demekî berfireh, bêhnvedanekê yan jî şeveka bi tenê ne ku telefonî wan bikin yan li bendê bin ku ew telefonî me bikin. Ji ber ku em dizanin dê axaftina me bi saetan berdewam bike, gotin dê gotinê veke û ew dê bibe terapî bo her du alîyan. Lê ax, dem û dem! Û peyamên pêş amadekirî jî hene, “Di civînê da me…” yan jî “Di dersê da me…” û “Dê paşê li te vegerim…” Peyamên gîrokirinê an jî paşguhkirinê!
II. Enflasyona Durru’l Mecalisan
Durr, yanî elmas! Mecalîs, ango pirjimarîya civatê! Durru’l Mecalis, ango berhevoka hîkayetan a Mela Musayê Hekarî ya ku di arşîva destnivîsên kurdî ya Aleksandre Jabayî de cih digire. Li ser vê berhevokê xebata ewil Hêmîn Omer Xoşnaw kirîye û di sala 2019an da ji Peywendê derçûye. Paşê Mustafa Aslan û Ayhan Yıldız jî li ser berhevokê xebatîne û di Nîsana 2024an da Wardozê ew xebat çap kirîye. Herî dawî jî Remezan Pertew li ser heman berhevokê xebat kirîye û Avestayê çap kirîye. Niha pirsa min ev e, gelo divê em her sê xebatan yekûyek carekê bixwînin, yan tenê yek ji wan xebatan sê caran bixwînin da ku dilê kesê nemine?!
III. Kîjan gunca/guncan/guncaw/guncav e.
Yek ji peyvên bingeh soranî ye ku hêj bi dilê xwe neguncayîye. Eger em koka wê ji lêkerên “guncîn (ng.) “guncandin (g.)” wergirin, “gunca” û “guncayî” rast in. Lê “gunca” bi paşgira soranî “-(a)w”ê ra dibe “guncaw” jî. Vêca gelek caran “w”ya soranî di kurmancî da dibe “v”. Nexwe “guncav” jî rast e. Ka tu çi dibêjî hawar ya mamoste Zana Farqînî an jî Mikaîl Bilbil?
IV. Haîkû-Men
Mijûlîya mirovî çi be mirov ew e. Ez dizanim ku Sidîq Gorîcan jî van salên dawîyê herî zêde bi haîkûyan ve mijûl e. Ew çend ku, kesên wî nas dikin dê bibêjin ku ew hema wê gavê ji nav haîkûyekê derhatîye. Suhbetên ligel wî, mirov xwe wekî qerekterekî haîkûyekê dibîne. Berê xebateka Sidîq Gorîcan ya ku bi temamî ji haîkûyan pêk tê bi navê Gumbil: gupik bi gupik haîkû (Dara, 2022) hatibû çapkirin. Niha jî bi wergera guldesteyeka haîkûyên japonî silaveka haîkûyen da me Sidîq Gorican: Demsal bi Demsal Haîkû (Nûbihar, 2024). Bila bi xêr bît! Di bêhntengîya van rojan da dîsa hatî hewara me ey haîkû-menê sûperdil an jî sûpermenê haîkûdil.
V. Ji Cûlemêrgê heta Wanê
Çend hefte berê çûbûm konserteka koma Jin Ma’yê. Me tameka ecêb jê girt. Paşê li ser repertûwara wan fikirîm û pê hesiyam ku piranîya stranên wan ji sêgoşeya zêrîn a Cûlemêrg – Botan – Behdînanê bûn. Ew sêgoşeya têde mişe stran û stranbêj hene. Vêca du stêrkên ji Cûlemêrgê nava vê hefteya borî du dîyarîyên giranbiha dane me. Ewil Mirad Demir bi Nîmokê [1] û paşê jî Neslîhan Edîşê [2] bi Bedewa Yerewanê [3] ku straneka Seyadê Şamê yeem xelat kirin. Û Neslîhanê strana xwe li mekaneka qedîm bi dengekî ji dil jî xemilandîye. Mirov ji Cûlemêrgê heta Wanê her du stranan li dûv hev guhdar bike jî jê têr nabe. Çi dibêjin Cûlemêrgî, Dîyarî qesp e, şûn dîyarî hesp e. Bila şûndîyarîya me guhdarîya me be, kerem kin.
VI. Ciwan – Tea ya bê patron!
Medyaya nû an jî mecrayên dijital derfetên mezin in ji bo berbelavkirina kurdîyê li qadên cuda. Yek ji wan jî platforma Youtubeê ye. Ez dibêjim çawa ku wextekî ekola Radyoyên Yerewan û Bexdayê hebû, niha jî ekola Youtubeê heye ji bo huner û muzîka kurdî. Ciwan Ayazê stranbêj yê ku bi koma Babetnayê tê naskirin li ser Youtubeê dest bi bernameyeka talkshowê kirîye [4].Û xweş jî kiriye. Bi rûyê xwê yê biken û suhbeta xwe ya germ û bi kurdîyeka xweş her hefte bi mêvanekî/eka xwe ve tê çayvexwarinê. Heya niha çar bername weşandine û min tenê şîyaye bernameya ligel Dilşah Kaymazê temaşe bikim [5]. Ka kerem kin çayê, hem jî bê pere û patron!
VII. Parçe yî yan bitûn?!
Psîkolojîya Gestaltê bi me daye qebûlkirin ku bitûn jî parçeyên xwe watedartir (yan jî zêdetir) e. Lewma jî Hegel di pêşgotina Fenomenolojîya Tînê da gotîye “Rastî bitûn e.” Adorno vê gotinê berevajî dike û dibêje “Bitûn xelet e” [6]. Herçi Arîstoteles e, di Poetîkayê da dibêje “Tiştê ku hebûn û nebûna wî neyê hîskirin ne parçeyekî bitûnê ye.” [7]. Ango rabita pêkneanîye ligel bitûnê. Nexwe çi madî çi manewî, heke tiştê ji me kêm dibe, me neêşîne, jixwe ew qet nebûye parçeyek ji (bitûna) me. Ka em gotinê berhev bikin; Yê/ya dimîne bitûn e!
Çavkanî
[1] https://www.youtube.com/watch?v=tIMbOUS6TcU&list=RDtIMbOUS6TcU&start_radio=1
[2] https://www.youtube.com/watch?v=EA-3HUmSZUQ
[3] https://www.youtube.com/watch?v=1FaI_UQwvKI
[4] https://www.youtube.com/@ciwanayazofficial
[5] https://www.youtube.com/watch?v=K_w6EqrFyis
[6] Adorno, Minima Moralia, Metis, 2012, r. 54
[7] Aristoteles, Poetika, VIII, 35.