I. Tenêtî / tenê tu!
Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî û hest! Û hinekê jî poşmanî. Ya kir û nekira! Piştî emrekî, serpêhatîyan û xapandinan mirov fehm dike ku bi tenê ‘xwe’ heye. Helbet ne tenê bo xwe. Ew tiştekî dî ye. Ez behsa hebûna bi tena serê xwe dikim. Ji bo kesên ku haya xwe ji xwe hene, tenêtî nebûna kesên din nîne, tenêtî hebûna xwe, keşfa ‘xwe’ ye!
II. Brain rot: mejîreşî an jî mejîrizî
Wekî edet e, îsal jî Weşanên Zanîngeha Oxfordê peyva salê ya 2024an dîyar kir. Ew brain rot e, ango bi kurdî bi wergera rasterast mejîrizî. Lê di kurdî da jixwe wateya xwe heye: meşîreşî. Yê cara ewil ew peyv bi kar anîye, nivîskarê amerîkî Henry David Thoreau bûye. Îsal bikaranîna wê peyvê %230 zêde bûye. Wateya xwe ew e ku bi taybetî ji ber temaşekirin û şopandina naverokên medyaya civakî şîyanên mejî û entelektûelî kêm bibe. Vêca li ser bifikirin ka medya(ya civakî) bi alav û teknîkên cuda cuda ve çawa her bala me dibe ser xwe û bi saetan bi rojan dema me an jî ya zarokên me bê tune xerc dike. Mejîyê ku ji ber acizîyên dinyalixê maye jî dirîzîne!
III. Xebatkarên Kafeyan!
Çend hefteyan berê mamoste Serdar Şengül bi hûrbînîyeka kûr rave dikir ka li bajarên me kafe çawa “wekî baêşê berbelavbûn û bilind bûne” û bûne mekanên bişaftina çandî û hunerî. Lê alîyekî dî yê mijarê jî heye; mêtina kedê. Hema bêje hemû xebatkarên wan kafeyan ‘ciwan’ in û hema bêje hemû jî bi meaşekî kêm, ji ‘meaşê esxerî’ jî kêmtir, herî kêm 12 saetan, hinekên wan jî 16 saetan kar dikin. Bêyî garantî an jî destkeftîyên civakî û aborî, li ber ‘bêînsafîya’ patronên xwe.
IV. Emrek li pey kurdînîyê û 50 sal li pey helbestê
Helbest ji bo helbestkaran wekî kurmekî ye ku ew di bedenê xwe da – bi heyîna xwe – xwedî dikin. Vêca ew barekî giran e ji bo her helbestkarî, lewma jî gelek ji wan piştî çend berhemên helbestî berê xwe didin janrên din ên edebî: wekî cerebe, çîrok an jî roman. Yan jî helbest jî têda, destên xwe ji hemû janran dişon. Kêm helbestkar emrekî bi helbestê ra diborînin û “tenê helbestkar” dimînin. Yek ji wan jî Berken Berehê berkeftî ye. Îsal 50 salîya helbestkarîya Berken Berehî tê pîrozkirin. Pêncî sal! Hem jî bi Botannameya ku ji deh berhemên wî yên berê hatine çapkirin û yêka nû li ser hatîye zêdekirin. Botanname pîroz bît, yan em bibêjin Berkenname!
V. Zîncîremarket
Çend roj berê dostekî gazind dikirin û digot ka çawa marketa wan a malbatê ji ber vebûna zîncîremarketeka li nêzî wan, hatîye girtin û birayên wî bê kar mane. Berê jî çend kesan li ser mijarê nivîsîbûn, lê êdî ji hedê xwe zêde bûne ew zîncîremarket. Li bajarên me, bajarokên me û êdî li gundên me yên li ser rêyan li her kuçeyê heta li bin her sîte û apartimanê şûbeyeka wan heye. û sermayeya me ya herêmî û neteweyî diçe berîka çend karsazên mezin. Ka hûn bibêjin, em çawa xilas bibin ji vê xerckirina ku me xerc dike!
VI. Afrîkaya Dayîk an jî Dayîka Afrîkayê: Miriam Makeba
Li ser platforma X rastî nexşeyekê hatim ku nîşan dide ka qewareya parzemîna Afrîkayê çend mezin e. Berê The Economistê jî nexşeyeka wisa belav kiribû. Li gor wan nexşeyan axa Afrîkayê, ku malbaba mirovahîyê ye, mezin e ji sercema axa DYA, Çîn, Hindistan, Meksîka, temamî rojava û rojhilatê Ewropayê û Japonyayê. Lê di nexşeyên dinyayê da Afrîka biçûktir tê xêzkirin. Helbet ev mijareka dî ye, ya ku wekî polîtîkayên nexşeyan (the politics of mapping) tê binavkirin. Em nekevin hûrgilîyan, lê bila ew bibe derfetek bo guhdarîya Miriam Makebayê ango Dayîka Afrîkayê. Ya ku bi gotineka xwe ew polîtîkayên nexşeyan rave dikir: “Ez li morîyekê dinerim û xwe dibînim: yeka ji Afrîkaya Başûr, ya ku di xwezaya xwe da ji qewareya xwe zêdetir xwedî hêzê me ku bikarim ji bin wê giranîya nîjadperestîyê rabim ku ruhê min ditepisîne” [1]. Kerem kin! Bi taybetî baş guhdarîya 13:50 – 14:15 bikin ku dibêje “Ez stranên sîyasî nabêjim, ez tenê strana rastîyê dibêjim.” Strana rastîyê, strana me!
VII. Spêde kengî ye!
Saet dibe 07:00 û hê tav nade. Gelo ma spêde jî bi derengî dikeve? An jî ma gelo spêde kengî ye?
Têbînî
[1] I look at an ant and I see myself: a native South African, endowed by nature with a strength much greater than my size so I might cope with the weight of a racism that crushes my spirit.