I. Rêwitî
Ji berê da plan dikî an jî ji nişka ve divê biçî. Xwe pêk tînî, kêmasîyên xwe temem dikî. Hin caran lîsteyekê amade dikî: Tiştên divê bi xwe ra bibim! Baholê tijî cilûberg dikî. Têra çend rojan kiras û binkiras. Lê di dawîyê da her tiştek tê jibîrkirin. Hin caran firçeyê didanan, hin caran berçavk, hin caran şarjê cîhazên elektronîk! Hemû lezûbeza te av û av diçe! Rêwitî… Bi tiştên tê jibîrkirin ve tam e, yan jî bitam e!
II. Mandalî / Tangerine(s)!
Çend rojan berê min mandalîyek xwar! Hem jî li cihê wê… Li Tarsûsa Mêrsînê! Ya Rebbî! Ji hemû narinc û mandalîyên ku min heta niha xwarine lêborîna xwe dixwazim! Yan jî dîvê hemû cureyên narincan yên ku li dikan û bazaran têne firotin bên û ji wê mandalîya ku min herî dawî xwarîye lêborîna xwe bixwazin. Heke eva dawî mandalî be, yên din çi bûn! Ka bi vê minasebetê ez dîsa berê xwe bidim vê filma Zaza Urushadze! Tangerines. ‘Şer şerê narincan e!’
III. Sick of Myself – Manyaqa Xwe!
Dibêjin Xwedê xwestîyê bê naskirin, lewma mirov afirandine! Kesên ku xwe û Xwedê nas dikin. Vêca dîyar e ew xwesteka naskirinê ji Afirîner derbasî me afirîdeyan jî bûye. Em mirov dixwazin ku her kes me nas bike, derdor me teqdîr bike. Ji ku tê bîra min nizanim, lê zanayekî gotibû tiştên ku mirov vedişêre yan xeta ne yan guneh, tiştên ku dixwaze nîşan bide jî serfirazî û serkeftin in. Qayîdeyeka antropolojîk! Gava ku ew xwesteka naskirinê ya ku me ji Xwedê girtîye, ji hedê xwe zêdetir dibe, hingê rê dide nexweşîyeka din a ku Xwedê qet jê hez nake: Kîbîr. Lewma ji kîbrê tîpên nexweş peyda dibin. Yek ji wan tîpan di sala 2022yan de di sînameyê da ji xwe ra cih dît! Signe (Kristine Kujath Thorp) a fîlma Manyaqa Xwe (Syk Pike – Sick of Myself). Min fîlm bi derengî, teze hefteya borî temaşe kir. Derhênerî, honakî û lîstîkvanîyeka çak! Tam fîlmekî Sînemaya Nordîk! Signe, ji bo ku bala kesûnasên derdorê ji ser hevalê bikêşe ser xwe, gelek hewldanan dike û di dawîyê da radibe hin dermanên qedexe dixwe da ku pê bi nexweşîya çermî bikeve û bala her kesê her li ser wê be. Ax Signe, sembola gelek nexweşên li derdorên me. Bi taybetî li derdora huner, edebîyat û akademîyê!
IV. Bêdengî
Her tiştî bedelek heye. Bedelê pêşveçûna endûstrî û teknlojîyê jî jidestdana bêdengîyê ye. Çeqçeqa çerxên makîneyan, yên motor û trêmbêlan dîyarîya modernbûnê ye. Eve herî kêm du sed sal in ne bi şev û ne bi roj bêdengî heye êdî. Ji ber ku “vardîya” heye. Ji “nobê” cuda ye ew. Nob, bi dorê ye. Vardîya bi zorê! Vardîya, îxaneta herî mezin e belkî li mirovahîyê.
V. Secade / Cilnivêjk!
Ji bo bawermandan temamê rûyê zemînê cihê nivêj û îbadetê ye. Lê wisa xuya ye ku “me” bawermendan dinya ewqas qirêj kirîye ku êdî hewceyî bi cilê nivêjê çêbûye. Metreçarçikeka veqetandî ji bo dia û îbadeta Rebê aleman!
VI. Mafê Jibîrbûyînê!
Di nav qirêja medyayê û taybetî jî ya medyaya civakî da, mafê her kesê ye ku bê jibîrkirin. Heta ji bo vê di qanûnan de cih jî heye êdî: Mafê jibîrbûyînê! Heke kesek bixwaze êdî agahîyên xwe yên ku tê de “xêra civakê” nemane ji ser qeydên înternetê rake, mafê wan çêdibe ku ji ser “motorên lêgerînê” wan agahîyan jê bibin û bêne jibîrkirin! Ji ser înternetê jibîrbûyîn dibe ku hêsan be, lê ka mirov xwe ji bîr û wîjdana xwe çawa bide jibîrkirin! Nexweşekî depresyona giran carekê sere xwe dida ber tep û mistan û digot “Aha li vir, her li vir e. Nayê jibîrkirin. Her bi min ra ye!”
VII. Veger
Çûyîn ber bi ku ve be jî, herçend dirêj û bi zemet be jî veger her bo malê ye! Gotin ev e: Veger hêsan e, ya zehmet çûyîn e!
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.