I. Çima kurt dinivîsim
Di hevpeyînekê da ji nivîskarê tirk Oğuz Atay dipirsin ka wan rojan bi çi ve mijûl e. Ew jî dibêje hewl didim çîrokên kurttir binivîsim. Vêca piştî nivîsa hefteya borî, çend kesan ji min pirsîn ka çima ew çend kurt dinivîsim. Min jî got ew çend ji min têt. Lê bersiv esil di gotineke Sakib Sabancîyê karsaz da veşartî ye. Sakib Axa digot ez ew çend ne dewlemend im ku tiştên erzan bikirim. Ez jî bersiven dibêjim, ew çend zana nînim ku zêde dirêj binivîsim. Helbest jî daxil!
II. Mamoste “hûn” çawa ne?!
Sosyololenguîstîkê bi me daye zanîn ku ziman herî kêm bi du awayan diguherin û berfireh dibin. Yan bi kontakta ligel zimanekî din yan jî bi peydakirina qadên nû yên bikaranînê. Zimanê kurdî her li ber xwe dide û ji xwe re qadên nû yên bikaranîna zimanî peyda dike. Yek ji wan jî bikaranîna kurdî ya di qadên çand, huner, edebîyat û perwerdeyê da ye. Ew jî bivênevê di dîyalogên wan qadan da “nazîkbûnê” dixwaze û dîsa li gor sosyoleguîstîkê “nazîkî (politeness)” yek ji wan hêmanan e ku tesîrê li ser bikaranîna zimanan dike. Vêca we jî miheqeq çavdêrîya wê kirîye ku xwendevan, şagird an jî eleqedar gava dixwazin ligel nivîskarekî/mamosteyeyekî/akademîsyenekî/ hunermendekî dîyalogekê saz bikin, ji bo xîtabê xwe dispêrine kesê yekem ê pirjimar, “hûn” û “we” yê. Bi ingilîzî “you”, bi tirkî “siz”! Ev hem kontakta zimanan e hem jî peydakirina qadeka nû ya bikaranînê. Lewma “hûn” ne xelet e, lê ji ber ku nû ye, ecêb xuya dike. Mesela, di ingilîzî da kesê duyem ê yekjimar “you” berê “youse” bûye û paşê hin deng jê ketine û bûye “you”. Dê “hûn/we” jî bi vê erka xwe ya nû ve çend deh salên din xweş bê ber guhên me. Çawa ku êdî di gelek peywendan da ingilîz û amerîkî ji bo xîtaban li şûna “he/she” û “his/her” yên ku zayendê dîyar dikin, “they” û “their” ên pirjimar û bêalî bi kar tinin. Ka bes e, ev bend zêde dirêj bû, dê zanatîya min aşkere bibe!
III. Mîrê dîyalogan!
Hefteya borî li Dîyarbekirê li ser nivîskarîya Hesenê Metê bi beşdarîya Fexrîye Adsay, Remezan Alan, Zulkûf Ergûn û Înan Eroğlu – herhal ji vê qadroyê baştir nedibû – bernameyeka Weşanên Avestayê çêbû! [1]. Botan Timesê jî belkî di dîroka çapemenîya kurdî da cara yekem bername zindî weşand. Çi qedirzanîyeka maqûl. Amadekaran berê xwestine li saloneka şaredarîyê bikin, şaredarîyê jî ewil destûr daye, paşê ji gotina xwe hatine xwarê, lewma bername li Nûnertîya Dîyarbekirê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî pêk hat. Ez naxwazim zêde bikevim nav nîqaşan, lê şaredarîyê neçê kiriye. Ez bi xwe li hemberî dewlet, sazî û rêxistinan, her li pişta şexsan im. Kê çi gotibe bila gotibe, kê çi kiribe bila kiribe. Divê sazî li ber xizmeta şexsan bin. Vêca derfet çênebû û ez beşdarî bernameyê nebûm, lê heke beşdar bûma min dê gotiba ma ne heyfa Hesenê Metê, mîrê dîyalogan e!
IV. Tu bi xêr hatî!
Rewşan Çelîkera ku van deh salên dawîyê bûye stêrkeka geş a muzîka kurdî, bi albûmeka nû got merheba. Di albûma bi navê Hinar [2] da neh stranên nû hene ku gotin û muzîk aîdî Rewşanê ne. Rewşana ku bêtir bi stranên cover û konsertên qelebalix dihat naskirin vê carê bi afirînerîya xwe der hat. Em jî bi gotinên wê xêrhatinê lê bikin: Tu bi xêr hatî /li ser gul û nûra. Bi xêr hatî lê ne verestî yî rexneyan. Yek, gotinên stranan zêde dirêj in. Matematîkeka ecêb û tevlîhev heye. Ew ji bo jiberkirin û vegerandinê zehmetîyê dide ber me guhdaran. Belkî hêj jî zehmettir be ji bo stranbêjên din ku bikarin van stranan îcra bikin. Ya duyem, ne pisporê mijarê me lê ji bilî strana Çermedor û Şeşê Sibê newa û selîqeyeka wekî hev û dubare hat guhên min.
V. Xelwet der encûmen
Yek ji rêzikên terîqeta Neqşîbendîtîyê ew e ku rêziken dînî û terîqetê, ne ji civak û mirovan dûr, lê di nav wan da bêne parastin, ango xelwet der encûmen. Adorno di Minima Moralia dadibêje ew kesên ku xwe ji civakê vedidizin û mesafeyekê datînin navbera xwe û mirovan dikevin xeletîyeka wisa ku xwe ji kesên din baştir bibînin û rexneya ku li civakê dikin jî wekî îdeolojîyeka wisa îstîsmar bikin ku pê berjewendîyên xwe yên şexsî veşêrin [3]. Vêca heke ew kes xwendeyek an jî rewşenbîrek be dîyar e ka xedreyeka çend mezin li xwe û civaka xwe dike. Bila ev gotin bibe mîx di mejiyê me da.
VI. Kesê du caran mîrî!
Piştî ku Odysseus an jî bi navkirina latînî û paşê jî îngilîzan Ulysses ji diyara mirîyan vedigere, Circe/Kirke jê re wisa bang dike: “Mirovê bêtalih, mirovê yek carê ji dayîk bûye, bes dê du caran bimire!” [4]. Nizanim di wextê Odysseus da nexweşîya penceşêrê hebû yan nebû, lê di roja me da piranîya nexweşên pençeşêrê du caran dimirin. Yek gava ku bi nexweşîya xwe dihesin, ya din gava mirina heq digehe wan. Xwedê hifza me ji du caran mirinê bike!
VII. Qayûmê te kî ye yan qeyûmê kê yî?
Oscar Wilde di namepirtûka xwe ya bi navê De Profundis [Ji Kûrahîyê] da dibêje “Piranîya mirovan kesên din in. Fikrên wan ramanên kesên din in, jiyana wan teqlîda kesên din e û azwerîyên wan jî jêgirtin in” [5]. Yanî Wilde bi kurmancî dibêje piranîya mirovan esil najîn, bi rêya teqlîdê hema wek heyî xuya dikin, ew kes bi dil û ji dil qayûman tayîn dikin ji bo xwe. Vêca werin bifikirîn ka em kengî li ser navê xwe fikirîne, em bûne “xwe” û li dûv azwerîyên xwe çûyîne, ne yên ku kesên din ji me ra dîyar kirine!
Çavkanî
[1] https://botantimes.com/avesta-saredariye-ji-bo-bernameya-hesene-mete-cih-neda/
[2] https://www.youtube.com/playlist?list=PL4z8omrjZ_uhkKg-6d-dULJqpSHYUPTYl
[3] Theodor W. Adorno, Minima Moralia, Metis, 2012, r. 29
[4] Charles Lamb, Serpêhatiyên Ulysses, Wer. Samî Hêzil, Lîs, 2010, r.53.
[5] Most people are other people. Their thoughts are someone else’s opinions, their lives a mimicry, their passions a quotation. Ji bo wergera tirkî bnr. Oscar Wilde, De Profundis, Wer. Roza Hakmen, Can, [e-pirtûk], r.57.