I. Her tişt!
Di Faustê da yek ji destûrên sereke yên Mefistofelesê ev e: “Her tiştê li ber ronahîya rojê ketî duçarî tunebûnê ye.” Ango bi wê destûra îlahî: Her nefs dê mirinê tam bike! Mirin, heqîqeta ezel û axir. Rastîya zahir û batin. Ewa ku her heye. Ew a ku em zêde ji bîr dikin. Em, xwelîser!
II. Hozan î hozan: Şivan Perwer!
Rojekê hevalekê ji min pirsîbû ka ferqa Şivan Perwerî çi ye di muzîka kurdî da, yan jî ka mezinahîya wî çi ye? Erê pirseke wekî wê! Ke meqal, ewke meqal! [1]. Ji min pirsîbû, ez mamosteyê beşa kurdî, yê ku gelek caran pirsên ecêb jê têne pirsîn. Ez bi rojan li ser pirsê nefikirîm helbet. Hema wekî her carê, yekser min bersiva wê da: Şivan Perwer pirek e di navbera muzîka dengbêjî û ya hevçerx da. Her duyan bi terzekî wisa digehîne hev û hin tiştên wisa jî ji xwe li ser zêde dike. Wisa jî tesîreka mezin li ser muzîka kurdî û muzîkjenên kurd yên van çil pêncî salên dawî kiriye û hêj jî dike. Di jiyana xwe de bûye efsaneyek, bûye hostayek û hozanekî ji dil. Herwisa çalakvanek û hişyarkerekî siyasî. Aha ew e ferqa wî an jî hûn bibêjin mezinîya wî. Îsal 50 salîya hunermendîya Şiwan Perwer tê pîrozkirin. Pîroz be!
III. Edebiyat bi kêrî çi tê û Ursulu K. Le Guin
Rita Felskî di berhema xwe ya navdar da (The Uses of Literature), ku tê da lê digere ka xwîner bi xwendina berhemên edebî ve çi dikin, çar erkên edebiyatê pêşkêş dike: Kêfxweşî (enchanment) anku demborîyeke xweş! Jixwe hema bêje armanca sereke ye ku berê me dide berhemên edebî; nasîna xwe (recognition)! Ew jî wisa ye, ji ber ku em di berhemên edebî (yên serkeftî) da karakteran zelal û şefaf dibînin, bêtir jî yên romanan, mirov parçeyeke ji xwe dibîne an jî wekî mirov bi alîyekî xwe yê veşartî dihese û dibêje ne bi tenê me. Li gor Felskî erka sêyem jî zanyarî (knowledge) ye. Belê, bi rêya edebiyatê derîyekî zanînê jî vedibe li ber me. Lê dîyar e ku her kes tê ra derbas nabe. Erka dawî ya edebiyatê jî şaşwazî (shock) e. Ew şaşwazîya ku ne tenê di wextê xwendinê da, lê piştî xwendinê her dem bi me ra digere û gava wext hat xwe dide der. Vêca li ser van zanîna wê roja din ez li ser medyaya civakî rastî axaftineka Ursula K. Le Guinê hatim. Yê dizane baş dizane, Le Guin yek ji otorîteyan e di edebiyata hevçerx da. Le Guin dibêje “Her hêza ku bi destê mirovan hatiye avakirin, dikare dîsa bi destê mirovan bête hilweşandin. Serhildan û guherîn bi piranî bi hunerê dest pê dike, zêdetir jî di hunera me da, anku bi hunera peyvan…” Hêja Le Guin bi van gotinan balê dibe ser rola şoreşger a edebiyatê. Helbet ew ne edebiyata şoreşê ya milîtan e. Ew tiştekî din e. Bi min tefsîra wan peyvan ev e: Huner, di serî da jî edebiyat, bi qasî xurtbûna xwe şoreşger, ne bi qasî şoreşgerîya xwe xurt!
IV. Nexweşîya vegotinê!
Paulo Freire di pirtûka xwe ya manîfetsoyî Pedagojîya Bindestan (The Pedagogy of the Oppressed) da dibêje “Perwerde duçarî nexweşîya vegotînê ye” [2]. Ew nexweşîya ku bêtir ji mamosteyan peyda dibe û nifş bo nifşê berdewam dike. Vegotin, her vegotin! Dubare her dubare! Stargeha konforê ji bo perwerdekaran hema bêje her astê û her qadê! Encam jiberkirinek e ku zû tê jibîrkirin. Çare çi ye? Çare, keşf e. Keşfdarî ye. Ey mamoste, bihêle bila xwendekar xwe bi xwe keşf bike. Bila lê bipipirse, pê da biçe û bi tena serê xwe peyda bike. Helbet peywend cuda ye, lê ma nabêjin çi kiro bi xwe kiro! Temen, ast û aswerî ne giring e, bihêlin bila xwendekar çalak bin di pêvajoya hînkirin û hînbûnê da. Em dîsa bi gotinên Freire biqedînin: “Perwerdeya rastîn ne ew e ku “A” bo “B”yê dike an jî “A” li ser “B”yê dike; lê berevajîyê wan “A” û “B” bi hev ra bi rêya cîhanê, bi rêya cîhaneka ku rê dide ew derbarê xwe da fikir û ramanan ava bikin, tê kirin ku bandorê li ser her du alîyan dike û her du alîyan jî dide zorê” [3].
V. Paşvedan!
Gotineka berbelav ya Garfield, wê pisîka navdar ya fîlmên karton heye: Karê îro ji sibê ra nehêlin, bi qasî ji we tê dûr paşve bidin! Helbet kurahîyeke hizrî ya serdema me heye di gotina vê pisîka ku bi nekerî û tiralîya xwe navdar e. Hin zanyarên norolojîyê “nexweşîya” paşvedanê bi geşedana mejî ya bi sed hezar salan ve girê didin. Lê gelo çima van salan zêde berbelav bûye. Çi dike ku em, mirovên rihetiyê, duçarî vê paşvedanê dibin? Em digel gelek tiştên fîzîkî pirî caran spasîyê, pîrozkirinê, xelatkirinê, serdana nas û dostan û gelek xesletên din ên ku me dikin “mirovekî civakî” her paşve didin. Paşê lê vedigerin ku jîn ji destên me çûye, maye li wir qalikekî poşmanîyê yê pûç!
VI. Koletîya Kolektîf!
Yên ku bi karên civaka sivîl an jî xêrxwazîyê yan jî tiştekî wisa ve mijûl dibin baştir dizanin: Her karê kolektîf di dawîya dawîya da li ser milê yek du kesan dimîne. Ew kesên ku bendeyên gotina “erê” ne, bindestên “belê” ne, xulamên “ser çavan” in! Zêde fehm nakim, lê dîyar e ka sosyalizm çima têk çûye!
VII. Germahî û mirovahî!
Serokê Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutteres got, 2024 jî tê da, ev deh salên dawî bûyîne deh salên herî germ ên dîroka vê gerdûna me û dibêje eve têkçûneke îqlîmê ye di dema xwe da. Ez dibêm îqlîm her li cihê xwe ye, yê têk diçe mirovahî ye!
Têbînî û Çavkanî
[1] Eynen wisa, an jî wekî wê!
[2] Paulo Freire, Ezilenlerin Pedagojisi, Wer. Dilek Hattatoğlu& Erol Özbek, (ç.10), Ayrıntı, 2014, r.48
[3] Heman berhem, r.71.