Notên Hefteyê: Kî Xatiraya Kê

27/10/2024

I. Silav

Gotina ewil ya herî zehmet e herhal. Lewma hema bêje di hemû zimanan da peyv an jî komepeyvên silavdayînê peyda bûne. Peyvên mifteyî yên bê alî ku derîyê suhbetê vedikin, dilê mixataban li hev germ dikin.

Vêca merheba xwîner(ên) Botan Timesê, silavên germ li ser we hemûyan di vê derengepayîza sar da. Hindî ku ji deste min bêt ez dê hefteyê carekê, rojên yekşemê bi notên hefteyê yên li ser jîyan, çand, huner, edebîyat û bêhntengîyê li vir bim. Kerem kin dîwanê!

II. Çeteya Nûzayîyan

Erê bi navê xwe jî ecêb e. Çeteyek peyda bûye ku li nexweşxaneyên taybet, pitikên nûzayî ji bo qezenckirina zêdetir pereyan dixin rewşa komayê, bê derman û xurek dihêlin û dibin sedemê mirina wan. Çi bêjim kêm e. Êdî zayîn jî qedexe ye!

III. Çûqlata Dûbaîyê

Wextekî, civakan rabûn û rûniştin ji karakterên berhemên edebî werdigirtin. Bandora karaktarên Dostoyevskî, Tolstoy, Flaubert, Proust û yên din gelek bû li ser civakê, bi taybetî jî çîna birevebir û bûrjûvazîyê. Paşê serdem guherî û êdî bandora karakterên fîlmên sînemayê berbelav bû li ser hemû çîn û qatên civakê. Ev qederek e jî bandora fenomenên medyaya civakî heye li ser me hemûyan. Bi piranî jî li ser zarok û nûciwanan. Herî dawî wan fenomenan belaya çûqlata Dûbaîyê bi serê me kirine bela. Vêca li kêleka çûqlatên Belçîk û Almanan êdî belayeka din jî heye. Çûqlata Dûbaîyê. Dûbaîya ku ne çere lê heye ne kakao!

IV. Bi tenê Cegerxwîn!

Di dîroka kurdan de kêm kes hene ku bêyî sifet an jî danasînê, bêyî nîsbet û ûnwanê, tenê û bi tenê bi navê xwe an jî bi nasnavê xwe di carekê de têne bîra mîrovî. Yek ji wan jî Cegerxwîn e. Îsal 40 salîya mirina wî ye. Ew hêj jî di bîr û dilê civakî de zindî ye. Bi hilkefta 40 salîya mirina Cegerxwînî çendîn bername li ser jîyan û berhemên wî têne lidarxistin. Yek li Amedê hate lidarxistin [1] yek jî li Mêrdînê [2]. Dîsa li ser jîyan û berhemên wî pirtûkek bi navê Tango ile Govend hatîye weşandin. Di pirtûkê de jîyan û berhemên Cegerxwînî û jîyan û berhemên Nâzim Hikmetî têne berawirdkirin [3]. Min bi xwe pirtûk hêj nexwendîye, lê dîyar e ew dê xwe bi navê xwe bide xwendin. Ma piranîya pirtûkan jî wisa nakin! Û herî dawî jî bila di navbera me da be. Li ser jîyan û berhemên Cegerxwînî projeyeka miezam heye. Fîkreka sûper e. Qadroyeka şareza bi rêve dibe. Gava roja wê hat dê ji wir we agahdar bikim.

V. Kurdîxane Akademî Pîroz Bit!

Li Mêrdînê bi pêşengîya komeka mamosteyên kurdî yên ciwan navendeka nû ya çand, huner û perwerdeyê vebû bi navê Kurdîxane Akademîyê [4]. Ew dê li wir hem çalakîyên hunerî û edebî pêk bînin hem jî di serî de kurdî, dersên hînkirina zimanên wekî ingîlîzî, almanî, erebî hwd. bin, hem rû bi rû hem jî online. Ez bi xwe jî beşdarî merasîma vekirinê bûm, min kelecana wan bi çavên xwe dît. Pîroz bit!

VI. Heyranê yekem ê Serdar Canan

Min gelek caran gotîye, ez heyranê yekem ê Serdan Cananî me. Ji ber ku ji serî heya binî qabilîyeteka xwedêdayî ye. Serdarî di nava vê mehê da du caran dîyarîyên giranbiha dane me. Ewil Bihar e Bilbil [5] a Necmedîn Xulamîû paşê jî Kavo [6]yaMehmet Atlı. Ka ez careka din guhdarî kim.

VII. Kî xatiraya kê!

Nivîskarê tirk Bilge Karasu mealen digot kî nizane ka dê bibe xatirayeka çawa ya kesan. Rastîyeka risasî! Em gelek kesan nas dikin, gelek kes me nas dikin an jî bêyî nasîn midaxeleyî heyata hevdu dikin. Kes nizane ka kî di bîra kê de çawa cih digire: tehl û şîrîn, baş û xerab! Vêca xwendevan(ên) xerîb û yên nas, kî dizane ka kî di bîra te da ye, ka çi di dilê te da ye, kî bûye xatirayeka çawa bo te. Lê hêvî ew e ku ez bi vê nivîsê, bi van nivîsan bibim xatirayeka çak! Ewil bo xwe!

Çavkanî û Têbînî

[1] https://www.gazeteduvar.com.tr/sair-ve-yazar-cegerxwin-diyarbakirda-anildi-haber-1729506

[2] https://botantimes.com/cegerxwin-de-li-merdine-be-bibiranin/

[3] https://www.gazeteduvar.com.tr/tango-ile-govend-nazim-hikmet-ile-cegerxwin-kitabi-raflarda-ortak-mucadele-benzer-acilar-haber-1697052

[4] https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2210202410

[5] https://www.youtube.com/watch?v=nTlvyObjB8I

[6] https://www.youtube.com/watch?v=eCIhrN3-Zxw


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şêxmûs Kurt

Li Culemêrgê ji dayîk bû, li Wanê mezin bû, li Stenbolê xwend, niha li Mêrdînê dimîne. Li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê dixebite, helbestkarê Tarantîno, Babê Min û Ez (Avesta, 2020).

Weşana berê

Malbata Şenyaşar û Yildizan li hev hatine

Weşana paşê

Aştî, Barış û Sulha Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan

Te hay ji vê heye?